6

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 7 Xulek  575 Dîtin

celadet ji xeweke giran hişyar dibe. ber destê sibêye, dinya no ronî dibe. celadet ko bi kincên xwe yên eskerî razaye, hêdî hêdî xwe dilvîne û li dora xwe dinhêre. li odê, ji wî pê ve, kes nemaye. roja eskerî û şer, ji bo esker û ser’eskeran, ji zû veye ko dest pê kirye. ji derve dengin tên. welê dixuye ko zabit û ser’eskerên ordya osmanî xwe didin hev û ḧazrya roja no dikin.

roja no... ko ruhsitîn wê çend hezar eskeran bide ber xwe û bibe?.. gava celadet radbe ser pyan û destemala xwe ya dirêj davêje ser milê xwe û ber bi derî de dere, ew, bi deng, weha difkire. gelo qûtê ruhsitîn ê wê rojê dê çiqas be? belê, qût ne tiştekê din... lê êdî celadet jî hînî vê jyanê bûye. ew jî êdî bi aramî li mirî û birîndaran dinhêre, bi aramî beḧsa mirnê dike. gava noçeyên mirin û kuştinê tên, ew, hew mîna berê, li ber wan dikeve.

celadet deryê mezela eskerî vedke û derdikeve der. bi qasî bîstekê, ew li ber derî radweste, dest û milên xwe diguvşîne. textê wî yê razanê, mîna teḧit hişk û serte. ew carna, bi qewlê firansizan «cîmnastîk» dike, lê ew zêde nikare xwe bilvîne, bilebtîne. kar û şixulên wî her li garnîzona navendêye. tevî ko ew gelekê bala xwe dide xwarna xwe, ew qelew dibe. ew hinekê li dora xwe dinhêre. ḧewşa garnîzonê gelek firehe. garnîzon mîna keleheke biçok hatye lêkirin. li ser dîwaran cîhên nobedaran hene, deryê mezin ê garnîzonê ji hesne. hinekê ji mezelên zabtan bi dûr, bîreke mezin li ḧewşê heye. di destipêka şer de, eskeran ew bîr vedaye. bîr bûye navenda garnîzonê; ava vexwarnê ji bîrê tê kişandin, esker li kêleka wê kincên xwe yên tijî kêç û sipî dişon, zabtên mezin ên kuştî li wir tên şuştin û kefenkirin, danê sibê û êvaran, zabit li kêleka wê dicvin û soḧbeta rojê dikin. bîr bûye bîra qederê ya enî û qada şer.

celadet, bi gavên giran, ber bi bîrê dere da ko dest û royê xwe bişo. li alyê din ê bîrê, çend zabit li pê, paşya wan li celadet, bi dengekê berz, soḧbet dikin. ew celadet nabînin. celadet radhêje dewla ber devê bîrê da ko ji bîrê avê bikşîne. lê dewl tijî ave, yekê av kişandye û welê hîştye. «bextê çê», celadet bi ken dibêje, li ser totkan rodne û dest û royî xwe dişo. kêlyekê, bi herdu destan, ew bi ava sar royê xwe dişo. ava sar hinekê wî zînde dike û xewa li ser çavên wî davêje. serşoka mala wan a kizlitoprakê û ew demên rengîn ên serşokê tên bîra wî. niha? niha ew çiqas ji wir, ji wan bi dûr ketye!.. ew ê bikarbe, dîsan, xwe bi wir û bi wan deman bighîne?

celadet bi hêdîka radbe ser pyan, bi destemala dirêj dest û royê xwe zuha dike. di wê navberê de çend gotnên soḧbeta zabtên li alyê din ê bîrê bi ber guhê wî dikevin. di soḧbeta wan de gotnên «lo, lo... zo, zo» derbas dibin. celadet bi dîqet guhê xwe dide wan û ber bi wan dere.

belê, lo kurd bûn, zo jî ermen... wan zo qir kirbûn, dor hatbû loyan... wan zabîtên wê rojê qala qirkirin û mirnê dikirin. dewletên mezin ew dikuştin, wan jê zo kuştibûn, lo li dorê bûn.

hingê em li bakuyê, li enya qefqasê, bi gotna osmanî li «kafkas cephesê» bûn. havîna 1917 -an bû. şer bi awayekê boş dewam dikir lê êdî xuya bûbû ka kî dê zora kê bibe. yekîtya dewletên amerîkayê, ji bo piştigritya îngilîz, firansiz û îtalyan, ketbû qada şer. bi vê biryara amerîkayê, êdî serketyên şer baş dyar bûbûn. dewleta osmanî şikestên xedar xwarbû, hew dikarbû li ber xwe bide. li her cepheyê şikest hebû û hejmara miryan dighîşt sed hezaran. li welatê qefqesê jî, bi deh hezaran esker, bêyî ko tu tiştî bikin, di nav berf, sar û seqemê de, bêzar û bêzman, bê gor û goristan, li welatekê ẍerîb, serê xwe danîn. îtîḧadçî bi ser ketbûn; dewlet ji hev diket, têk diçû. îtîḧadçî bi armanca vegirtina hemû qafqasê û asyayê, welatê bav û kalên xwe, ketbûn rê. mirîşkên birçî di xewna xwe de gars didîtin... lê xewna wan qulpî ser kabûseke ewçend xedar ko pê hemû welatê osmanî leqya, hejya û di dawya dawîn de jî winda bû, çû.

di gel vê hindê, îtîḧadçî hê jê dev ji fortên xwe bernedabûn. ew ne ji kera xwe peya dibûn ne jî ji pozê xwe mû dikşandin. ew leheng û qehreman bûn... wan di hatnê de zo qir kirbûn, niha di vegerê de, dor a loyan bû... heçî qetlî’ama ermenan bû, rast bû. bi sed hezaran ermen, kal û pîr, zar û zêç, jin û mêr, bi dek û dolab, bi pilan û bernamên îtîḧadçyan, ji mal û warên xwe hatbûn veqetandin û di ryên dirêj, asê û çetin ên koçan de, bi destê çeteyên îtîḧadçyan hatin kuştin... pêl bi pêl, li ser hev, bi hovîtî. serekên îtîḧadçyan ji diz, keleş, pêxwas, mêrkuj û nezanan, bi navê «teşkîlat -y mahsusa», çeteyên çekdar ava kirbûn da ko bi wan ermen qir bikin, reh û rêçên wan biqelînin. îtîḧadçî di êy pilana xwe de bi ser ketbûn.

gava em ji çyayên torosan, ber bi qada şer dihatin, min bi xwe, bi çavên xwe, li ber devê ryan, di korit û çahlên şikêran de, bi sedan cendekên ermenên mirî dîtin... min ev tişt hemû ji mistafa kemal paşa re, di nama ko min jê re şand de, bi kitekit, beḧis kir. dawya mirin û kuştinê heye? payanên kîn û nefretê hene? ma xwîn bi xwîn tê şuştin? mervên ko rê û rêçûna xwe li gora kîn û nefretê bi rê dixin, bivê -nevê, di nav kîn û nefreta ko wan çandye de digevzin...

îtîhadçyan xwîn rijandibû û wan xwîn, ne bi avê, bi xwînê dişuştin.

celadet dere nik zabtan û bêdeng li wan guhdarî dike. gotin li ser ermen û kurdane. zabtekê simbêlqît, bi ken, dibêje;

-...Tıpkı Zo-lar gibi Lo-lara da iyi bir ders vermek lazım

-...Nasıl verecekmişsin, verbakalım... Ben de Lo-yum

bêyî ko celadet xwe bilvîne, yan jî xwe eciz bike, bi ken, bersiva zabit dide. zabit hinekê şaş dibin. zabîtê ko qala zo û loyan dike, hinekê xwe dilvîne ko bersivekê bide, lê ew nizane çi bibêje.

- estagfirulah, ew dibêje, celadet beg, em dizanin, tu sitembolî yî...

- belê, ez sitembolî me, lê kurdim jî... celadet destê xwe yê çepê datîne ser kevrên dîwarê bîrê û bi aramî dibêje... ji bîr mekin, mervên ko rê û rêçûna xwe, li gora mirin û kuştinê, bi rê dixin, bivê -nevê, di nav xwîna xwe de digevzin...