5

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 7 Xulek  393 Dîtin

mirin dikeve rê...

çare nîne, celadet û hevalên dor’alî çi jî bikin, hew dikarin eskerê birîndar ji mirnê vegerînin. birîna esker xedare, hûr û rûvyên wî derketne der, ji enya wî xwîn tê, çermê alyekê royê wî rabûye, hestyên sipî yên ro dixiwîn. libasên eskerî yên li ser vî eskerî xorit lîme lîme bûye. jî bîhna xwîn, xwîdan, herî û barûdê tê. jî bîhna mirnê tê. çare nîne, ruhsitîn li ser qirkê swar bûye. eskerê bênav, bênîşan û bêsûd li ber candanêye.

esker, bi xîreta xwe ya dawîn, çavên xwe, hêdîka vedke, li çavên ko ji jor lê dinhêrin, mêze dike. çavên wî yên kelgirî, bi zîzî, bi hawar, li celadet dinhêrin. agir bi dilê celadet dikeve, kezeba wî dişewte. celadet dikare çibke?.. ew jî li kesên dor’alî dinhêre. tu kes nikare tu tiştî bike; ne bijîşk û kargerên tendursityê hene, ne derman heye, ne alet hene, ne wasteyên guhastinê hene û ne jî quwet û taqeta alîkaryê... mirin ketye rê, ew ê vî eskerê cwan jî, mîna bi sed hezaran eskerên din, bide ber xwe û bibe. mirnê dora wan girtye, ji her derê, her wext, bi ser wan de tê.

çavên eskerê bênav, hêdîka, tên girtin. sînga wî giran giran radbe. zimanê wî derdikeve û bi giranî li ser lêvên zuwa digere.

- ev tî ye, em hinekê av bidnê, yek ji kesên li ser esker seknî dibêje. dilê wî dişewte, hinekê av bidnê, bila tya wî bişkê.

- na, na, av jî re ne başe, yekê din dibêje.

- de dirêj mekin, avê bidnê, celadet, bêy ko çavê xwe ji esker bizvirîne, dibêje. avê bidnê, jixiwe ew li ber mirnêye, qet nebe, bila ew tê nere dyarê reḧmetê.

celadet hê weha dipeyve, ji alyê derve dengekê din tê;

- cîh vekin, cîh çêkin, sê birîndarên giran tên.

tu wan rojên min ên ko bi rengên mirnê hatbûn risandin, bi bîra min tînî. tu nefesa mirnê, hilma mirnê bi bîra min tînî. hingê ez kumandarê qerergahê bûm. konê me yê eskerî navenda îdara şerê kambax bû. lê ne bi tenê weha, kon cihê razanê, xwarnê û dermankirnê bû jî. hertim li wir çend birîndar hebûn û hertim piranya wan çend birîndaran bi axîn û nalîn, li ber çavê me, dimirin.

li qerergahê, yanê bi qewlê kurdên me yên başûr, li meqerê, zêde kes nîn bûn. herkes çûbû qada şer. lê çûn û hatin pir bû. nemaze hatin û çûyna birîndar û miryan. qîmeta merv ketbû bin lingan, bûbû pênc pere. roja ko miryên me hezarek yan çend hezar bûna, hingê zabtên giregir kêf dikirin û digotin; «Müthîş bîr şey, zayîatımız bugün çok az» belê, te fahim kir, miryên wan wê rojê pir kêm bûn!..

mixabne ko min bîranînên xwe yên wan rojan nenvîsîn. u min ew kurte -notên xwe yên ko min li vir û li wir nivsîbûn, şewtandin... eger ew niha hebûna, wan ê gelekê alîkarî li te bikirana. ji wan rojan bi tenê çend rêz di ropeleke kovarên min de hene. niha nayê bîra min ka ew kîjan kovar û kîjan hejmar bû, lê li wir min beḧsa birîndarekê kirbû. birînên birîndar xedar bûn û tu kes nîn bû ko alîkarî lê bike. kurdan gotye, «konê reş kêmanyê qebûl nake.» lê li wî konê me tu tişt nîn bû. şer, mîna hûtekê, her tişt xwarbû, qedandibû. ez bi kêr û meqesan ketim ser birîndar, min birînên wî derman kirin, bi derzî hûr û pizûrên wî «dirûn» û ew danî alyekê da ko ez vegerm ser birîndarekê din. belê, ez bûbûm bijîşk!.. min bi tenê ew birîndar ji mirnê xelas kir. birînên wî cebrîn û ew hate ser xwe. di nav wan sê salên şer de, hingê, bi tenê hingê, min xwe mes’ud ḧis kir û ez bi bijîşkya xwe serbilnid bûm.

-Korkunç yorgunum, şöyle on-onbeş dakika uzanacağım...

celadet westyayî ye. bêrawest, du roj û du şevan xew neketye çavên wî. êdî tu taqeta wî nemaye ko ew bixebte. ew xwe ji textê ko esker li serê dirêj bûye, dide alî û ber bi qunickeke kon dere. li wir çend text li kêleka hev rêzkirî ne. celadet ber bi yê herî koşê ko li kêleka singekîye, dibe. lê berê ko ew xwe li ser text dirêj bike, ew ji berîka hundirîn a qapûtê xwe nama ko bavê wê jî re şandye derdixe. ew, tevî qapût û potînên xwe yên eskerî, xwe li ser text dirêj dike û dest bi xwendina nama bavê xwe dike. nama emîn alê beg bi zimanekê xweş ê osmanî hatye nivsîn û gelekê dirêje. ew di namê de beḧsa dya celadet senîḧa xanmê, zarokên din ên malê, ap û metên celadet ên kal û pîr ko li sitembolê mane dike. ew hemû başin, «di siḧet û afyetê de ne.» sefter û mezyet mezin bûne. sefter danên êvaran kursyekê davêje ber devê bîra bexçê û li wir rûdne û kilasîkên firansizî, bi firansizî- dixiwîne. wê şihîra şaril bodlêr «le balcon» û şihîra alfired de vînî «la morit du lowip» jiber kirne û wan ji malê re dixiwîne. heçî mezyete, bûye sitranbêjeke yekta. ew sitranên kurdî, osmanî, firansizî û farsî, «bi dengê xwe yê mîna qedîfe» dixiwîne. gava ew sitranên xwe dixiwîne, hemû kizlitoprak lê guhdarî dike.

emîn alî beg di nama xwe de hin gotin û ḧenekên wê rojê yên sitembolê jî nivsîne. celadet bi ken, car bi car, wan gotnan dixiwîne; «Kadıköy vapurlarında tenha yer bulmak için ya sihirli kıyafetine girmeli yahut bol sarmısak yemelidir» emîn alî beg hin ḧenekên li ser şer jî nivsîne; «Denizleri kurutmark suretiyle düşman taht-ı bahirlerinin elde edilmesi meselesi müfekerat-ı avam kamarasında mevki-i müzakereye konulmuştur... suya düşen sulh kelimesini taht-ı bahirler çıkaracaktır» bavê celadet bi rewşa wî û hewcedarya wî ya bîhnivedanê dizane. celadet pir bi ḧenekên ko bavê wî nivsîne, dikene.

- bavo, ax bavo, ew bi keser dibêje.

di namê de, piştî ḧenekan, li ser rewşa sitembolê jî hin rêz hene. emîn alî beg nivîsîna rewşê ji bîr nekirye. jyan pir biha bûye, wapûrên kadkoyê niha gelek tenha û bêkes bûne, kolanên sitembolê bêdeng bûne, buhayên tiştan pir û pir zêde bûne. bihayê zêr di sedê de dusedupêncî zêde bûye, bihayên tiştan, bi gelemperî, hezarûşest caran zêde bûye, li bazarî dirav nemane, kirîn û firotin pir kêm bûye, xwarin û vexwarin nayên dîtin, hema çi bigre li her malê şîn heye. sitembolê reşa xwe girêdaye...

celadet weha namê dixiwîne û hêdî hêdî di xew re dere. çavên wî tên girtin û name bi hêdîka dikeve ser sînga wî. li kêleka xewa mirnê, ew jî dikeve nav xeweke kûr û giran.