4
Azizim, aynen böyle degil mi? Emin Alî Bey-in hal ve ahwal ile ilgili söyledikleri dogru degil mi
kurdên bijarte yên sitembolê li cîhê korit te’alî cemyetê, li salona fireh a behçet paşa konag- roniştine û li gotara emîn alî begê bedirxanî guhdarî dikin. gotar li ser ḧal û hewalê welatê osmanî û rewşa kurdane. salon tijîye. zane, rêber, serek, paşa, zabit, dîplomat, alîm, nivîskar, rojnamevan, mîr, serekeşîr, aẍa, şêx û gelek kesên din ên ji cîh, war û meslegên cihê yên kurd li wir civyane. kurdan li sitembolê rêxsitineke no ya syasî ava kirne; korit te’alî cemyet. hemû kurd tê de ne û heye ko cara yekemîn kurdan, li wir, xwe dane hev. serekê cemyetê se’îd ’evdilqadre, kurê serekê mezin ê kurdan ubeydulah nehrî ko rêberya serîhlidaneke mezin a kurdan kirbû. serekê duwemîn ê cemyetê bavê celadet, emîn alî bege, kurê serekê mezin ê kurdan mîr bedirxan ko rêberya serhildana mezin a kurdan a 1846 -an kirbû. heyeta wan a îdarî jî, ji navên mezin û qedirgir ên kurdan hatye pê.
kurd li sitembolê gihîştine hev da ko bi doz û dawa kurd û welatê kurdan rabin, da ko di van rojên nezelal ên avakirna dûzana no de, ji bo kurdan jî, çare û rê bibînin. ew bi coş û heyecan ketne nav xebatê, civîn û civatan li dar dixînin, kaxiz û belavokan dinvîsin, heyet û mervan dişînin welêt û nik serekên dewletên biserketî yên li sitembolê, liq û komeleyên xwe li welêt ava dikin, rojname û kovar dweşînin... têkçûna dewleta osmanî, li milekê, ew xemgîr kirne, li milekê jê, hêvyên no dane wan da ko ew bikarbin ji bo welatê xwe hin ḧeq û ḧiqûqan bi dest xînin. cemyetê, avabûn û xebatên wê, çirûskeke no ya ronahyê vêxsitye.
- Aziz Dostlar, emîn alî beg dibêje û ji cîhê ko maye, xeberdana xwe, bi tirkî, didomîne.
gotnên ko em dibêjin, dikarin rast bin. ev ne girînge. ya girîng ewe ko em ê, li gora van gotnên rast, çi bikin... em divê li ser vê yekê li hev bikin. hê jî dewletek, ḧikumeteke osmanî heye. lê belê, hemû ḧikum û destihlatî di destê çar dewletan de ne; amerîka, îngilîstan, firanse û îtalî. eger me dil heye, em, li gora gotnên xwe, bi ser kevin, hingê, bi bawerya min, em divê pêwendyeke gelekî xurit bi van dewletan re bînin pê. yek ev. ya duwemîn jî, ev dewlet kar û şixulên xwe, li gora pirensîbên piresdenit wilson, bi rê dixin. ev pirensîb li ḧal û ḧewalê me, li rewşa welatê me tên. em jî divê, kar û şixulên xwe, li gora van pirensîbên pir esasî û pir girîng, bi rê xînin...
welê dixuye ko ev ḧalê mirov û mirovahî yê ye; gava tiştekê li ber çavê mirovan dibe û diqewme, mirov baş bala xwe nadyê, wê baş nabîne. paşê, piştî bûyerê, mirov wê çêtir dibîne, paşê qîmet û girnigya wê fahim dike. lê hingê jî, mirov nikare, wê tiştê, digel her kitektê, ji no ve, eynî mîna berê, bibêje yan jî binvîse. herwekî xewnan... her çawan ko mirov nikare xewnan, eynî mîna wan bi xwe, ji no ve, bîne zimên, bûyerên bihurî jî, ji no ve, mîna xwe venagerin. mirov lê zêde dike, li gora rewşa xwe ya roja vegotin û salxdanê, bi alîkarya bîr û xeyalan, wê li hev tîne û «çêdke.» herwekî ko tu niha wan li hev tînî û çêdkî.
ew roj û ew civîn niha baş tê bîra min. lê gotnên bavê min baş nayên bîra min. hingê bala min, ji gotara bavê min zêdetir li ser awrê guhdaran bû. min bêtir li tesîra gotara bavê xwe dinhêrî. herkes li wir bû; se’îd ’evdilqadir, abdilah cewdet, mamên min, birayê min kamuran, fwad û ḧemdî paşa, şukirî babanzade û gelek kesên din ên bijarte yên civata kurdî. di nav guhdaran de, gelek hevalên min ên pêşerojê, hevryên min ên qederê jî hebûn; dir. şukirî miḧemed, memduḧ selîm, hemzeyê muksî, mewlanzade rif’et... hemû li wir roniştibûn, bêyî ko haya wan ji bûyerên kambax ên rojên bê, mirin, sêdar û sirgûnî hebe...
gotna teye, di wan rojan de, «qa’de û pirensîbên wîlson» ji devê kurdan nedketin. bi do şer re, serekê dewletên yekgirtî yê amerîkayê tihomas wodro wîlson, ji bo çareserkirna mesele û gelşên piştê şer pirensîbne gelekê hêja û demokirat îlan kirin. li gora wan pirensîban, kurd jî dikarîbûn bibin xwedan der û dewlet. ew pirensîb, bi gotna bavê min, gelekî li rewşa kurdan dihatin. loma jî kurd, bi hemû hebûna xwe, li wan xwedî derdiketin û beḧsa wan dikirin.
hingê rêber û pêşewayên cemyetê kovarek jî, bi navê «jîn» dweşandin. dostên min memduḧ selîm beg û hemze begê muksî gerînendeyên kovarê bûn. mixabin, min wext nebû tê de binvîsa, lê birayê min ê biçok kamo ko êdî jê re digotin kamuran beg, tê de, bi pênûsa xwe ya pir delal, dinvisî. hem kamo hem jî biraderên din, di jînê de, gelek bendên hêja û balkêş li ser pirensîbên wîlson nivsîn. benda kamo niha ji wan rojan çêtir tê bîra min. hingê bala min baş ne lê bû, lê niha kitekit jê tên bîra min.
rojekê, danê êvarê, li malê, li bexçê, ez li kêleka bîrê roniştibûm, şehrîbana nazk û hertim alîgir ko min, mixabin, êdî mîna berê nikarîbû hertim bidîta, çayeke bi dem çêkirbû û jê qedehek dabû min û min kitabek li ser wezîr -ê azamên osmanî ko bi destê sultanên osmanî hatbûn kuştin, dixiwend. nivîskarê wê niha nayê bîra min, lê kitabê li ser mêjyê kargerandina dewleta osmanî gelek tiştên balkêş digotin.
sorahya çayê, rengê tava danê êvarê û xwîna ko ji nav ropelan diherkê, li hev dihatin. lê benda kamo, yanê kamuran beg, ew aheng xira kir. hingê ew bi heyecan ji hundir hat û kaxzên destê xwe rêberê min kirin. «mothîş bîr makale yazdim», wî got. min bi ken lê nihêrî. wî no simbêl berdabûn. simbêlên wî yê zirav lê hatbûn. «simbêl li te hatye», min jê re, bi ken, got. «li vê bendê binhêre, lê binhêre...» wî bi îsrar got. min kitaba destê xwe danî ser masê û bi lez, li benda kamo nihêrî. navê benda wê «kordistan yiçin»» bû. wî di nivîsara xwe de qala serbestî û azadya kurdan dikir û li derekê jî, mîna niha tê bîra min, wî beḧsa hêjahya 14 qa’deyên wîlson dikir. wî bendek ji bejin û umrê xwe meznitir nivîsîbû. bend bi zimanekê xweş, li ser mijarekê balkêş û bi zanîneke kûr hatbû nivîsîn. lê ji bo ko ez wî hêrs bikim, min jê re got; «tu vê bendê bigre û bavê nav vê bîrê... ew ne tiştekîye...» lê kamo dûrbîn bû, wî benda xwe navêt bîrê, bêdeng, ew wergirt û çû. benda wî di jîn -ê de weşya.
bavê min rast digot, huner ne gotna tiştên raste. huner ewe ko mirov bikarbe tiştên rast çêke jî. pirensîbên wîlson ko ji devê kurdan nedketin, rast bûn, hêvî û hedef bûn. lê kurdan nikarîbûn ew bi cîh banyana, ew ketin hev û li pey xelkên din man...
emîn alî beg bi destê xwe yê rastê rya xwe mist dide, li guhdaran dinhêre. tiştên ko ew bibêje, hê jî, pirin. lê ew dil dike, hevalên wî jî bipeyvin û ew bi hev re li çareyan bigerin.
- Aziz Dostlar, ew dibêje, eger we îzin hebe, ez ê rûnim. ez westyam. u ez dixiwazim, hûn jî bîr û reyên xwe bibêjin.
bêyî ko ew li hêvya bersiva wan bisekne, ew bi hêdîka li ser kursye kêleka masê rûdne.
bedena wî ya giran û fireh kursî dadgire. ew ji berîka xwe ya hundir a çakêt destimalekê derdixe û pê enya xwe pak dike.