5

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 7 Xulek  396 Dîtin

dilê celadet pihêt hildavê. di êvareke ronî ya havîna 1912 -an de, celadet, kamuran û çar hevalên xwe li alyê kadkoyê, fenerbaxçê, li bexçê otel belvu roniştine û şîva êvarê dixun û bi qaseyên zîvîn meya sor a belvuyê vedxun. wan hemûyan bi serfirazî xwendina xwe xelas kirne û vê yekê pîroz dikin. bexçê belvu, mîna her carê, tijîye. alyê hundir, gazîno û otêl jî. êvar mîna êvareke çîroka şehrezadê ya hezar û şevekêye; ro no li alyê din ê zeryayî çûye ava, sitêrk hê hilnehatne, refekê teyran li ser boẍazîçyê bi nazdarê difre, garson çirayên bexçe ko aheng û rengekê taybetî didin der û dorê, yek bi yek vêdxe, dengekê tenk ê pêlên avê xeberdanên mêvanên bexçe temam dike, ji hundir, alyê gazînoyê dengê saz û neyê tê, ji der dengê simên hespên faytonan tê, bîhna zerya û xwarin û şîvên taybetî yên osmanî bi ser bexçe ketye... u li masa celadet û hevalên wî jî, bîhna lewantên bedenên xorit û şîvên navdar ên osmanî yektyeke lihevhatî tînin pê.

celadet, kamuran û hevalên wan li hêvya vê şevê bûn. îşev kêf û ḧenek divê, xwarin û vexwarin divê, musîk û dans divê. berî îşev bi du heftan, celadet li belvu, ji bo hefit kesan cîh veqetandibû û ji menu -yên belvu şîv û xwarin hilçandibûn. lê hevalekê wan ê rûm ko nasê xwedyê otel belvu bû, nexweş ketye û nikare were. ew şeş kes li ser xwarnê ne. garson di destên wan de tebax û teyfik, li dora masa wan derin û tên. ew ê vê êvarê ḧeta derengê şevê bixun û vexun. pêşê ji wan re zeytinya-li kerevîz dolmas hat, paşê karîdes goveç. niha jî ew di nav tebaxên zîvhêlê de şîva êvarê teşrîfat -y na’im efendî siẍir kolbastisî kaẍta tevî çiroz salata dixun.

celadet tîkeyên biçok ên goşt bi hêdîka dibe devê xwe, kêlyeke dirêj di devê xwe de dicû û paşê dadqultîne. tahma şîvê ne ya gotnêye. xwedyên belvu, ji bav û kalan, rûmên sitembolê ne. wan ahengeke xweş a osmanî û cîhana rojava dane hemû belvu. xwarnên wan bêtir osmanî ne, musîka gazînoyê hem osmanî hem a la firangaye. avahî û mîmarya otel, gazîno, restoran û bexçê jî her wisane. bexçe li peravê zeryayê, di nav daran deye û bi lengergeheke biçok xwe dighîne avê. carna mêvanên bijarte, «lê cantî um» ên belvu bi qaykan tên belvu.

- guhê xwe bidin vê sitranê... we ew nas kir?

ji hundir, alyê gazînoyê dengê musîka osmanî û dengibêjekê navdar ê osmanî tê. kamuran ko ji musîk û musîkjenyê pir ḧez dike, hema çi bigre hemû sitranên osmanî, firansizî û rûmî jiber dizane. ew guhê xwe dide sitranê; ...yeter ey gözleri sevda dolu esmer güzeli

- guhê xwe bidnê, ev çi dengekê nerim mîna qedîfê, ev çi sitraneke xweş mîna şîrên xeyam!..

bexçe hinekê zirav û dirêje. hema li pêşyê, li alyê çeperastê masa wan, maseyeke din a dirêj heye. li wê masê, mervek rodrêj û rîtenk jî dibe şirîkê sitranê û bi alîkarya destan, distirê, «ey esmer güzeli» dengê mêrk ne tu denge. celadet û hevalên wî dikenin. mêrkê rîtenk, bi kêf, dest li wan dike da ko ew jî pê re bibêjin. li alyê rastê mêrk jineke roxweş a navsal rodne, li alyê çepê jî keçeke cwan û çavxiweşk.

çavxiweşk... celadet bi dîqet bala xwe didyê. gelo ew vê çavşêrînê nas nake? ji kû, gelo ji kû, ew van çavan dinase? çavên celadet hew derekê din dibîne, ew her li ser çavên keçkê ne. keçk vê yekê dibîne, ew jî li çavên celadet dinhêre, lê bi dû kêlyekê re, ew çavên xwe jî direvîne. awir û nêrîna celadet bala kamuran û hevalên din jî dikşîne. ne bi tenê bala wan, bala masa din jî. lê celadet nikare xwe rabgire, çav li kûrahya çavên sipehî dinhêrin. mervê rîtenk ji masê radbe û bi sitran û ken tê ber masa wan. bîskekê ew li hev dinhêrin. bejna wî dirêj, kincên wî sipehî, awrên wî nerme. ew destê xwe dide celadet,

-?Siz Bedirhanpaşazadelerden olmalısınız

celadet bi serî dibêje, belê. herê, ew ji bedirxanpaşazadeyane. yê li alyê din î masê roniştî jî birayê wîye, yên din jî hevaln.

- ?Buyurmaz mısınız

bi gotnê re, celadet cîh nîşanî wî dike. mêrk li kêleka celadet rûdne û silav dide yên masê.

Ben Murat Bey-i tanıyorum. Komşuyuz...Bundan birkaç yıl önce de Abdulrrezak Bey-le tatsız bîr olayımız olmuştu...

bi ser gotnên mêrk re, ji nişka ve, keçk tê bîra celadet; galata, li ser galatayê. ew danê êvarê... ew, sureya û evdilrezaq beg... bûyera nexweş... çav, çavên bademî... canan, belê, canan...

-Tamam hatırladım, ben de oradaydım, Galata-da...Yalnız isminizi unuttum

’elî sud, navê wê ’elî sude. ’elî sud beg û ew dikevin nav soḧbetê, qala wê rojê, kadkoyê, ḧal û hewalên dost û nasên hev dikin. lê çavên celadet li ser çavanin. piştê demekê, ’elî sud beg ji wan xatir dixiwaze û dere masa xwe. celadet jî pê re radbe û wî ḧeta masê dibe. li wir celadet silav dide yên masê û vedgere ser keçkê,

-Sizi tanıdım, Pederinizle birlikteydiniz, Galata-da

keçk, bi hêdîka, dikene û serê xwe bi usul dihejîne. celadet bi ken lê dinhêre.

- ?Sizi dansa davet etsem, acaba terbiyesizlik mi etmiş olurum

keçk, bi hêdîka, dikene, bi usul radbe ser pyan, li celadet dinhêre û berê xwe dide alyê hundir, cîhê dansê.

ma ovdus weha negotbû? «heke tu bi gotnên min bawer y, heke bayên zeryan gotnên min nedin ber xwe û nebin, şîretekê din li te: heke tu bi xwe ne bawer y û di biryara xwe de ne qehîm y, hingê tu carê dest bi aventurê meke...»

ez bi xwe bawer, bi biryara xwe qaym bûm. wê şevê me dans kir, ez bûm çira, canan bû pepûla dora çirê. canan bû heyv, ez bûm sitêrkên dora wê. me dans kir, demeke dirêj, ji xwe ve çûyî, bi ronahya kahnya çavan, bi pêta agirê dilan...

piştî ko celadet û canan ji hundir vedgerin, canan li cîhê xwe rûdne û celadet jî sipasî wê dike, silav dide ’elî sud beg û yên din û vedgere masa xwe. derengê şevêye. kamuran û hevalên wan şîrnahya xwe jî xwarne. ya celadet, şîrnahyeke kevin a osmanî fistikil honkar muhalebîsî, kuru kaysezmesîle, di nav teyfkeke neqşikirî de, li hêvya wîye. celadet dest bi şîrnahyê dike, lê li milekê jî li çavên cananê dinhêre.