4

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 7 Xulek  388 Dîtin

celadet kêfxiweşe, deryên no yên hînbûn û zanînê li ber wî vedbin. sedsala bîstan, qirin û bablîska no, bi xurtê dest pê kirye; her roj, hertim bûyerên no û girîng, îcadên nojen û balkêş tên pê. fikir û raman, ḧis û pejnên no civatan vedgirin. dewleta osmanî û paytextê wê sitembolCih bûne mîna hêlekanekê û li ber ba û bahozên guherînan bi vî alî û bi wî alî de derin û tên. bûyer û şoreşên awrupayê, nemaze yên firansa û firansizan, pêl bi pêl, bi ser sitembolê de tên. sitembolê, xwenda û zane, bîrewer û ronakbîr, ramangîr û bîrbir, karger û rêberên dewletê di nav pêlên dîtin, bîr, fikir û ḧîsyatên no de, mîna hêlekanekê, derin û tên. herkes hewl dide da ko pêlên no yên pêşketnê têbgihê.

sal, 1911ye, celadet ketye hîjdehan. celadet ketye nav ropelên kitaban, hem li xwendegehê, hem li mal û kitabxanê. hertim çend kitabên bi osmanî, firansizî û kurdî di bin çengê wî de yan li ber serê wî ne. zanîn bûye kahnyeke hênk û celadet, tevî bira û hevalên xwe, jî vedxiwe û tîhna xwe dişkîne. ew peyv û gotnên nivîskê vedjîne, ruh dide wan, bi wan re dipeyve, fikirîn û peyvînê, ev herdu kirnên cihê, bi hev re dike yek. hê di vî umrê xorit de ko ji tecruban bi dûre, bi alîkarya bira, ap, met û birazyan, wî bîr bi hêz û quweta gotna nivsikî birye. wî bîr pê birye; tecrubên no dê bi neqşên gotna nivîskî dewlemenditir, xweştir, kûrtir û zelaltir bibin.

îro, celadet û çend hevalên wî, li ser gotna mamostayê wan ê edebyatê, hatne şehzadebaş -yê, salona tyatroyeke mezin. li gora gotna mamostayê wan, îro wê li vê salonê konferanseke «girîng», ji alyê du kesên «girîng», li ser babetekê «girîng» bihata pê. celadet ko li pey pêt û çirûskên zanînêye, hevalên xwe jî dane pey xwe û hatye konferansê. piranya şênyên ko hatne, xorit û xwendevanin. hema çi bigre, salon nîvtijîye. li ser dîwarên salonê, bi tîpên ’erebî û ermenî, lê bi zimanê osmanî, gotnên edebî hatne neqşandin. li ser perdeyên şano ko ji cawên sor çêbûne, çend wêneyên zer dixiwîn. hema li pêşya perdan, li ser şano maseyeke dirêj û sê kursyên text hatne danîn.

celadet û hevalên xwe li rêza herî pêşîn a kursyan roniştine. celadet li milekê bi hevalên xwe re dipeyve, li milekê jî li dora xwe û paş xwe dinhêre. piranya kesên ko hatne, jî re, royên nasin. beşdar di nav xwe de dipeyvin. lê gava ji paş perdeyên şano mervekê navsale, navzirav û navdar derdikeve û tê ber masê, deng jî hêdî hêdî tên birîn. kesê ko li ber masê rawestaye û ji jor li guhdaran dinhêre, yek ji bîrbir û rêberên partya îtîḧad û tereqî ye; yusuf akçora. îtîḧad û tereqî ko îro hemû karên dewletê bi dest xistye û wan digerîne, digel hebûna malbata osmanî û siltan reşad, syasetên ko ji bo dewleta osmanî no ne, dimeşîne.

yusuf akçora, bi dengekê giran û berz, xêrhatnê li beşdaran dike û gotarbêjê konferansa îro bi wan dide nasîn. gotarbêj ji welatê kafkasyayê, tirkekê zana îsma’il gansperenskî ye. piştî ko yusuf akçora navê wî dibêje, ew jî, ji paş perdê, herdu alyên perdên girtî vedke û tê ber masê. herdu hevûdu hembêz dikin û bi hev re rodnin.

celadet bi meraq li wan dinhere û di ropela deftera xwe ya biçok ko di destan deye, weha dinvîse;

10Temmuz-un ikinci sene-i devriyesinden 10 gün evvel...Şehzadebaşi

belê, gotna teye, min welê nivsî... min ne bi tenê bîr bi quweta gotna nivîskî birbû û ew dixiwendin, herweha min ew bi pênûsa xwe ya xorit û nehoste danîn pê jî. wext mîna hespekê seglavê li bezêye. ji gotnên nivsikê pê ve kê bi lez û beza wextê dikare? ew kîjan heş û bîr, mêjê û zanîne ko dikare xwe li hember lehya wextê rabgire?... loma, carna min pênûsa xwe ya bêzman li ser kaxzên sipê digerand û bûyer danîn ziman. wê rojê jî welê bû; yusuf akçora û îsmayl gansperenskî beg... bi do wê rojê re, bi qasê bîst û du salan, 8-ê kanûna sanî, 1933 -an, li şamê, bi alîkarya wan gotnên ko min li şehzadebaşyê nivîsîbûn, min ji serekkomarê tirkyê, mistefa kemal paşa re nameyeke dirêj nivsî. di nama ko min bi zimanekê xweş, bi rêz û rêzdarî, nivîsîbû, min rexne li syaseta tirkyê ya li ser kurd û kurdistanê girt û ew syaset mîna nijadperestî û tirkîtî bi nav kir. di namê de, min mîsala roja şehzadebaşyê jî da. ji lewre, tovên dijminahî û berberyê, tirkîtî û nijadperestyê hê di salên 1910 -an de dihate çandin.

wê roja şehzadebaşyê, îsmayl gansperenskî, mervekê ko ji welatên ẍerîb hatbû û hê baş bi tirkî nizanîbû, di konferansa xwe ya dirêj de, her û her beḧsa tirk û tirkîtyê kir. wî, bi tirkya xwe ya ecêb ko me bi dijwarî jî fahim dikir, her digot «turk we ẍeyr turk». gava konferans qedya, me jî bi tenê tiştekî fahim kir; li ser axa dewleta osmanî bi tenê tirk hene, herkes tirke û herkes wê tirk be... bi gotna birayên me yên kurdên soran, gotnên wê qor bûn. hema di wê salonê de, kesên ko tirk bûn, bawer bike, bi tilyên destekê dihatne hejmartin. ez û hevalên min, em şeş kes bûn; du kurd, çerkezek, arnawtek, gurcyek û rûmek. belê, em osmanê bûn, lê ne tirk. hurmeta me ji bo «xelîfeyê rûyê zemîn» bêdawîn bû, em misliman bûn, lê ne tirk. em bira bûn, lê ne tirk... hingê me li xwendegehê rojnameyek dweşand. ez gerînendeyê wê bûm. dotra roja konferansê, min ji bo rojnamê, li ser kurd û kurdistanê, bendeke çandî û tarîxî nivîsî û di rojnamê de weşand.

herçî ew qisên qor, digel ko ew qor bûn, bûn sebebê perçebûn û hilweşîna dewleta osmanî, bûn sebebê ax û axîn, qîrîn û hawar, kîn û nefret, mirin û kuştinê. welat bû gundekê xirbe, jî dû û dûman bi esmanan ket. ryên welêt bi cendekên miryan tijî bûn, teyr û tûr li serî veniştin... min ev hemû, digel her kitektê, bi hêz û quweta gotna nivsikî, ji mistefa kemal paşa re nivîsîn. lê heyhat... kesên ko bi forit û hêza şûrê xwe bawer bin û bîr bi quweta gotna nivîskî nebin, guh nadin gotna nivîskî ḧeta ko ew bi xwe, bi tecrubên xwe, nebînin ko hêza şûrê xwînrêj ne bi qasî ’ilim û zanîn, peyv û gotna nivîskîye...

bi do konferansê re, li ber deryê tyatroyê, celadet û hevalên wî li hev dinhêrin. ji kesê deng dernakeve. tirk û tirkîtî... «Herkes Türk olmak mecburiyetinde... Bu ülke Türklerindir» celadet lal bûye, nikare bipeyve, ker bûye, hew dengan dibhîse, mîna ko yek dilê wî diguvşîne.

ew, bêdeng, bîhniteng, ji hevalên xwe xatir dixiwaze, serê wî di ber de, dest di bêrîkên pantolon de, hêdî hêdî, ji wir bi dûr dikeve. di mêjyê wî de dengê îsmayl gansperenskî, dilê wî, pihêt, hildavê.