6

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  395 Dîtin

celadet li çavên cananê dinhêre. xwedayo... du lib lûlû, du sitêrk, du kahnî, du lehî, dijle û firat... canan bi ken royê xwe jî badde. celadet rûyê wê ber bi xwe dike û dîsan li çavan dinhêre, bi çavan dipeyve, bi çavên wê re dipeyve. di çavên wê de jyaneke cwan, sitraneke bedew, evîneke yekta, ḧiseke germ dixuye. çavên wê jyane. jyan li ser çavên wê dikene.

canan, hinekê bi şermokî, dikene, devê xwe vedke ko tiştekê bibêje. lê celadet bi destê xwe devê wê digre, bi çavan jî re dibêje ko îro bi tenê çav wê bipeyvin. bi tenê çav û beden. ne tiştekî din... celadet herdu çavên wê radmûse û bi destê xwe yê rastê qirk, sîng û ber û bedena wê mist dide. beden mîna hewreşîmê tenk û nerme. dest hêdî hêdî li ser bedena wê digere.

beden westyayî ye, beden westyayî ne. di nav cîhan de, li ser çarşefên peregende, bedenên tazî û xwîdandayî li kêleka hev dirêj bûne û bi bîhna hev bîhna xwe veddin. celadet û canan li alyê bab -y alyê, nêzîkê cagalo-luyê, navenda rojname, kovar û weşanên hemû dewleta osmanî, li odeyeke fireh a pansyonekê ne. pansyon, ya bavê hevalekê celadete. hevalê celadet bi xwe jî, di rojên tatîlan û dawya heftan, ji pêncişemyê ḧeta şemyê, li pansyonê dixebte. celadet û hevalê xwe li hev hatne, gava hevalê wî dixebte, ew û canan tên pansyonê, kilîta oda ko ji bo wan hatye veqetandin, werdigrin û derin odê. ji wan kurte demên pir pêwist pê ve, ew ji odê dernakevin.

mîna îro...

pansyon sê qate. di her qatê de sê ode hene. celadet û cananê odeyek li qata herî jêrîn, lê li alyê paş, hilbjartne. ji ber ko oda wan li kêleka bexçê alyê dawîne. bi hêsanî û bê yî ko ew kesekê bibînin yan jî kesekê wan bibîne, ew dikarin derkevin bexçê biçok.

oda wan îro jî, mîna her car, tevliheve; ode, odeya evînê û ḧezkirnêye, her kursyek li derekê, li ser kursyan cil û bergên celadet û cananê, bahlîf û lehîf li ’erdê, li ser masê jî xwarin û vexwarin û şûşeyên mey û araqê. ew jî li ser textê razanê, di nav cîhan de, peregende, dirêj bûne. destê celadet sîng, pêsîr û berê cananê, bi nermahî, mist dide. çavên cananê vekirî li celadet dinhêrin, lê heşê wê li derekê dine. bi ḧez û coşa ḧezkirnê, ew ketye nav xewn û xeyalên şêrîn. bîhnek mîna bîhna barana biharê, mîna bîhna sêv, xox û byokên teze ji bedena cananê difûre. bîhneke mîna pûngê hinekê tirşokê, lê xweş û ne giran. bîhnek ko celadet jî ḧez dike. yanê bîhna piştî zelzela ḧezkirnê. tilyên qaling ên celadet li ser memk, sermemk û navmemkên cananê, bi usul, derin û tên. bi tevgera tilyan, sermemk jî hêdî hêdî radkêşin. canan bi axîneke tenk çavên xwe digre û xwe hinekê ji celadet bi dûr dixîne. celadet li hemû bedenê, bedena cwan û lihevhatî, li sîng û ber, memk, navteng, zik, berizk, mûyên pir hûr û kêm ên berizkî, hêt û çîpan dinhêre. tu kêmanyên bedenê nînin, her alî li yên din hatye. her alî bi serê xwe bihuştekêye.

celadet nêzîkê cananê dibe û sitû û qirka wê maç dike. canan jî destê xwe davêje ser serê wî û porê wî mist dide. rawest navê. bîhna bedenan hevûdu dikşînin. bê yî ko celadet lêvên xwe yên şil û germ bigre yan jî ji qirkê vekşîne, ew hêdî hêdî ber bi jêr, binçengî dibe. binçeng şile, jî bîhna xwîdanê tê. celadet kêlîyekê binçeng bîhin dike û radmûse. bi do re, lêv vedgerin ser navmemk û memkan. celadet bi herdu destên xwe memkan nêzîkî hev dike û lêvên xwe li ser herdu sermemkên qahweyî û mezin bi hev re digerîne. sîng û bedena cananê, tevê axîneke nerim, bi xurtî, radbe. hêt û şeq vedbin. canan bi herdu destan serê celadet ber bi jêr dike. lêv hêdî hêdî ber ji jêr dibin...

min navê ko ez li ser evîn û evîndaryê, ḧez û ḧezkirnê bipeyvim. mîna her tiştê nazk û narîn, ev jî dikarin li ber tava gotnên zêde biçlimisin. merv divê jî haydar be... cananê deryên dil û canê xwe, ruh û bedena xwe ji bo min vekirbûn. hişa min ji serê min çûbû. evînê li min û mêjyê min guhdarî nedkir. dilê min bûbû hespekê rewan û di deşta evînê de serî girtibû û diçû. ez bûbûm evîndarê keçkeke... belê, keçkeke çawan? u kî? eger ez bibêjim ko ew keçkeke tirk bû, na ne welê bû, kurd bû, na. ne tirk bû, ev jî na. bavê wê ’elî sud mislimanekê arnawdên kosovayê bû. dya wê boşnakeke bosna hersekî bû ko li sitembolê hatbû dinê. bavê cananê li şeremînya sitembolê memurekê mezin bû. ew mervekê ehlîkêf, medenî, ji syasetê dûr, mervê her dem û heyamê bû. dya wê jî jinekek di ḧalê xwe de, hebûn û nebûna wê nedyar, bêdeng bû. cananê li modayê, li sultanyeke firansizê dixiwend. xwendegeh leylî bû, canan dikarbû bi şev jî li wir bima. lê li dewsa xwendegehê, gelek şevan ew li wê oda me ya fireh, bi sitranên firansizî, serê wê, li ser sînga min, radza.

ez, nevyê mîr bedirxan, lawê welatê kurdistanê, bûbûm evîndarê cananê, keçkek ji war û dyarên ẍerîb, ji alyê din ê tixûba osmanî, ewrupayê. ez pê re dighîştim kata herî bilind a mes’udî, serfirazî, kêfxiweşî û ḧezkirnê. bedena min pê re dighîşt kata herî kûr a coş û heyecanê. lê haya min hê ji bayê felekê û lîstikên dewr û dema kambax nîn bû...

lê, heçî ode û bexçe bû, te dîsan tiştekê ji bîr kir; bîra li bexçê. ew bîr muhîm bû. gava bîhna beden û xwîdanê bi ser me û odê de diket, ez derdiketim bexçê, min ji bîrê çend setil av dikşand û me bedenên xwe pê hemamişk dikir. bîrê û çê yî yên bîrê ji bîr meke...

herdu beden dibin bedenek, ew di nav bêdengyeke germ de, dîsan, dikevin nav hevûdu. celadet, ji jor ve, bi çavan, pê re dipeyve; tan di amure, de la fatalîtê... towjowir, towjowir... canan, ji binê ve, bi reh û demarên rakşyayî yên gewryê, serê xwe hinekê radke û bi çavan bersîv didyê; wî, wî... belê, belê...