2
di vê danê êvarê yê payza 1905 -an de, pira galatayê, pira evîn û evîndaryê, xwenasîn û xwebûnê, mirin û kuştinê, di nav dengên rengîn û heydadaneke şêrîn deye. bi gotna cihûyên galatayê, eger merv derzyê bavêje ’erdê, ew nakeve. ewçend qelebalxe, ewçend şênî heye. hin derin, hin tên, hin rawestane. hin diqîrin, hin dikenin, hin digrîn. hin bi lezin, hin jê, mîna evdilrezak beg, sureya û celadet, kêfa vê danê êvarê, bi kêfxiweşî dadqultînin. ji her derê deng tê; ji mervan, ji pirê, ji textên pirê, ji ’erebe û paytonan, ji keştî û qaykên doralê, ji alyên galatayê. bi gotna kurdên kadkoyê, dê weledê xwe avêtye. roj, roja mahşerê, roja axirzemanêye. ziman ketne nav hev, tirkî, kurdî, ’erebî, romî, îtalî, firansizî, silawî, bulgarî, îngilzî rabûne govendê.
rojeke din ji rojên bêḧesab diqede. ro, hemû giranî û westa rojê li ser milan, diçe ava. roja payzê, bi rengên xwe yên cuda û taybetî, hêdî hêdî xatir dixiwaze. bajar û şênyên bajêr ḧazrya êvareke no dikin. ji dûr ve, du keştyên dûkelê, bi mij û dûmanê, xwe berdidin nav zikê zerya marmarayê, çend keştyên biçok ên bayê, xêlyên wan bi ba tijê, li ser avê, hêdî hêdî, xwe dilvînin û derin. esman çikê sayîye, bi tenê tîrêjên tavê yên sor, li cîhê ko tav dere ava, rengekê sor û zer dide gewherya esman. li ber lingên pirê jê, masîvan di nav qaykên xwe yên biçok de, ko bi pêlên avê hêdî hêdî xwe dilvînin, hem li پەێ masyanin hem jî masyên ko girtine, li ser agirê komrî, bi gotna wan, «duqulpînin ser masyên biraştî.»
bîhneke têkel ê boş hemû pira galatayê vegritye. bîhna zerya û avê, masî û agir, xwîn û xwîdanê ketye nav hev. bîhna lewantên xanmên galatayê û xwîdana hemalên sitembolê bûne yek, bi hev re dimeşin... celadet ko êdî bûye donizde salî, ji danên êvarê yên galatayê pir ḧez dike. avaçûna rojê, bi reng, tahim û bihnên xwe, xwe berdide nav ruh û canê wî. ew dixiwaze her danê êvarê li vir be û bi çavan bibîne, bi guhan bibhîse, bi dil û ruh ḧis bike. kekê wî sureya ew hînî «nerîn, bihîstin û ḧiskirnê» kirye. mîna vî danê êvarê, pirê caran jî ew bi hev re tên galatayê. ev deng û şênyên têkel, ev reng û bîhnên têkel, ev sûret û bergehên têkel kela dilê xorit ê celadet hildide, kêf û coşeke taybetî didyê. gotnên sitraneke barkêşekê, qîrîna zarokekê, dengê xêlya keştyekê, bîhna masyê biraştî, wîcewîça teyrekê avê, kincê neqşikirî yê xanmekê, simbêlê badayê yê tehsîldarekê, fesê sor ê begzadeyekî...
ev hemû dibin rengên jyana wî ya cwan. yan jî merv dikare weha bibêje; ev hemû ruh û jyana wî ya cwan dineqşînin.
vî danê êvara payza sedsala nû, celadet tevî kurmamê xwe evdilrezaq û kekê xwe sureya, li ser pira galatayê, li ber caxên pirê seknye û deng û bîhnan werdigre. kekê wî sureya ko ji niha ve, di vê xortya xwe de, bûye xwedyê ro û zikekê gulover, li nêzîkî pira galatayê, li dibistana herî navdar a dewleta osmanê mekteb-y sultan dixiwîne. jiber nêzîkahya dibistanê, gava celadet ji kadkoyê dadkeve vî alyê sitembolê, ew tê dibistanê û ji wir, herdu bira, bi hev re tên ser pira galatayê. îro kurmamê wan evdilrezaq, «mutercîm û teşrîfatçyê» sultan evdilḧemîd, ko ji wan pir meznitire, bi wan reye. wî xwestye herdu birayan bibîne. wî nivîsareke dirêj li ser tarîxa kurdan û tarîxa bedirxanyan nivsye û dil dike nivîsara dirêj nîşanî sureya ko ji nivsînê ḧez dike, bide. ew ê bi hev re, bi keştyê derbasî alyê kadkoyê bibin û evdilrezaq beg ê îşev bibê mêvanê wan. lê berî çûynê, pêşê galata divê, bêyî galatayê divê roja sitembolê neqede!.. hersê kurmam, hersê bedirxanî, sê metelkên xwe dane tehsîldaran, derbasê ser pirê bûne û niha li dor’alî temaşe dikin.
- galata, pira dewr û dewranêye, evdilrezaq beg, bi tilya xwe, li alyê din ê pirê, paytoneke şikestî nîşan dide û ji kurmamên xwe re dibêje. tiştên ko li ser vê pirê qewmîne, ne şixulê ḧesab û gotnê ne. tekerên gelek paytonan, çîpên gelek ker û bergîran, lingên gelek beg û xanman, sitûyê gelek hemal û barkêşan li vir şikyane. bizmarên textên raxsitî jî derdikevin, text radbin û her cara ko pir ji bo çûyn û hatna keştyan, bi şevan, vedbe, hemû dûzana wê xirab dibe. sîwanek û du bastonên min bi xwe li ser vê pirê şikyane. lê eger ew neşkyabûna, niha yan lingê min yan jî sitûyê min şikestî bû.
taxmekî kincê no yê reş li ser evdilrezaq bege. simbêlê wî badayî, porê wî şehkirîye. îro wî fes nedaye serê xwe. bejna wî dirêj, bedena wî lihevhatîye. tevî ko umrê wî ji sureya gelekî meznitire, ew ji wî cwantir dixuye. celadet hem ji kekê xwe hem ji kurmamê xwe ḧez dike. ew xwe bi wan re pir kêfxiweş û serfiraz ḧis dike. ji wan tiştên no hîn dibe, jyanê dinase, bîr bi qîmeta zanîn û perwerdeyyê dibe. celadet, di navbera herduyan de, destên wî li ser caxan, bi kêfxiweşî li avaçûna tava sor û tîrêjên wê yên bêçare û jar dinhêre.
gotna te raste; min ji wan ḧez dikir. gotna te alyekê rastya mine; kekê min sureya û kurmamê min evdilrezaq ko ji bo min mamekê yekta bû, ji wan kesên ji bo min bijarte bûn, ko min ji wan ḧez dikirin. ew hem hevalên min, hem mamostayên min bûn. ez ji wan hem hînî kêf û ḧenekê hem ’ilim û zanînê bûm. bi xêra wan dîqet û haydarya zaneyan, jîrî û zîrekya şerwanan, nermahî û henûnya delalyan, serhildan û berxiwedana bîreweran, daxwaz û xwesteka xortan, girîn û nalîna belengazan, tahim û bîhna deman ketin jîna min. rê li ber min vebûn, deryên dilê min ji bo rengên aso û keskesorî vebûn. pêlên evînê bi ser min de hatin, ez bi ser pêlên windabûn û mirnê de çûm. şer û pevçûn, berberî û dijîtî, derketî û ẍerîbî, zîzî û melûlî, sitran û şîr, av û bîr, êvar û şev bûn para jîna min. ew bûn qedera min. we li ser rya qedera min, kekê min û kurmamê min her bi min re bûn. carna ew bi xwe, carna sya wan. gotna te raste; min ji wan ḧez dikir...
di nav dengan de dengekê, ji nêz ve, tê guhê wan,
...Pis Kürd alçak
ew hersê, bi carekê, serê xwe dizvirînin û li paş xwe dinhêrin. li paş wan, li ser pirê, hema çend gav bi dûrî wan, barkêşekî simbêlqît, bar li piştê, ketye ’erdê, lingê wî yê çepê ḧeta ber çogê ketye navbera du textên pirê. ew dike, nake, nikare lingê xwe jî derxe. barê pişta wî li ’erdê belav bûye. çend kîsên kaxzê ketne ’erdê, sêv, porteqal û sewzên tê de jî pêngizîne û belav bûne. ew li milekê dixiwaze lingê xwe rizgar bike li milekê jî dixiwaze xwe bi meywe û sewzên belavbûyî bighîne û wan berhev bike. ew bi dengekê bilind, bi kurdî, dinale. mervekî rîtenk, bejnidirêj û kincixiweş li ser wî seknye, diqîre ser wî û bi bastonê destê xwe zextan didyê. keçkek bejnidirêj ko di umrê celadet deye, bi tirs û xof, li kêleka mêrk rawestaye û dixiwaze alîkarya barkêş bike. şênî hêdî hêdî li ser wan kom dibin. mervê rîtenk diqîre û dide xeberan.
evdilrezaq beg û sureya hema xwe bi barkêş dighînin. evdilrezaq beg, bi leza birûskê, destê xwe yê rastê hildide û destê xwe yê vekirî, bi hemû quweta xwe li ser royê mervê rîtenk dixîne.
!...Pis ve alçak senin, utanmaz adam
kes fahim nake ka çi bû. mervê rîtenk, bi lez û quweta gurimista evdilrezaq beg, dikeve ’erdê û li ser barkêş gêr dibe. keçk jî diqîre, dibe «baba, baba» ya wê û ew xwe davêje ser mêrk.
celadet bi tesîra bûyerê diheje. dilê wî bi barkêş, mervê rîtenk û keçkê dişewte. xelk li dora wan dicvin, ji çavên kurmamê wî agir diçrûsin. ew bi hêdîka destê xwe davêje pişta keçkê û wê radke. çavên wê bala celadet dikşînin; coteke çavên badem bi şewqeke boş dibirqin. sureya û hinên din jî mervê rîtenk radkin û barkêş ji wê rewşa neçar rizgar dikin.
Menşeyînden dolayi, bir insana nasil hakaret edebîlîrsînîz? Utanmiyor musunuz
hêrsa evdilrezaq beg daneketye. mervê rîtenk xwe dide hev, pêşê li evdilrezaq beg, sureya û celadet dinhêre paşê jî li dora xwe. ew keçka kêlekê ber bi xwe dikşîne û porê wê mist dide.
.Özür dîlerîm, Abdulrezzak Bey, sînîrlîlîk halîmle, haddîm olmadan telafuz ettim
mêrk ji evdilrezaq beg dixiwaze ko ew lê bibore, bi demargirî wî hin tiştên tewş gotne. ew evdilrezaq beg û sureya nas dike. ew jî li alyê kadkoyê dijd û cîranê mamê wan murad bege. navê wî al sûde, keçka li kêlekê, keça wî canane. canan, bi çavên xwe, bi beden û endama xwe, bi evîn, jyan û serpêhatya xwe ya balkêş, li vir, li ser pira galatayê dikeve nav ropelên bîra qederê. awrên wî li ser çavên keçkê, jiber tesîra bûyerê, bêdeng, celadet li dora xwe dinhêre.