1

galata; pira dewr û dewranê, cihê evîn û mirnê...
Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 7 Xulek  682 Dîtin

pira galatayê; yek ji navendên romana bîra qederê, hem bi çêyê hem bi neçêyî... merv ji ko dest pê bike? fotografa seyemîn a romana bîra qederê li ser pira tarîxî ya galatayê ya sitembolCihêye. fotografa reş û sipî di destipêka salên 1900 -an de, yanê di dema ko êdî celadet bîr dibe, tê kişandin. belê, di wan deman de ko êdî celadet der û dora xwe dinase û bi serê xwe dikare derbasî alyê din ê sitembolê bibe...

fotograf bergeheke xweş a pira galatayê nîşan dide. hemû pir, dor’alyên wê, merv, hemal, ker, ’erebe, fayton tê de ne. fotograf ji ber devê alyê galatayê tê kişandin. ev ne bêsebebe. jiber ko kesên ko fotografê dikşînin, li alyê galata yê pirê dijîn. ew wê ji alyê xwe dikşînin. fotograf bi devê pirê yê alyê galatayê dest pê dike û hema çi bigre, dev hemû pêşya fotografê dadgire. bi do re, pir û herdu alyên wê, her ko diçe, tengitir dibin. li alyê din ê pirê, mizgefit, minareyên wan ên dirêj, qonaẍên li ber avê, banên xanyan û çend ewrên nîvreş, bi hev re, panoramayeke sipehî tînin pê. hem însan hem jî bergeheke xweş a sitembolê di vê fotografê de dixuye. yekîtya însan û bajêr, kes û civatê tê de heye. hejmara mervan pire. pêşê pênc nobedar û tehsîldarên pirê, pir xweş, ḧeta simbêlê xwe, dixiwîn. sisê ji wan li alyê çepê, yên din li alyê rastê rawestane û di nav kincên xwe yên çîk ê sipî de nobedarî dikin. tehsîldarê ko li ber devê alyê rastê seknye, destê xwe yê rastê vekirye û ḧeqê derbasbûnê ji mervekê distîne. yên din jî, çavên wan li ser şênyan, rawestê ne. li kêleka tehsîldarê herî rastê, çend kes, bi kincên reş ên sipehî, di destên wan de sîwanên reş, ber bi alyê galatayê tên.

du barkêş, barên giran li ser pişta wan, derin. du jin, di nav kincên xweş de, li kêleka hev, derin. du mêr, fes li serê wan, bi dest û pyan dipeyvin û tên. du ker bi barên bilind û li pey wan jî du hemal tên. kes û komne biçok, li herdu alyên pirê, xwe dane ber caxên pirê û li avê dinhêrin. li jor, du payton li pey hev, derin. dîsan li jor çend kes û çend sîwan dixiwîn. eger merv bixiwaze bihjimêre, li ser pirê ji sed û pênceyê zêdetir merv derin û tên û radwestin. yanê hejmar, li gora pira galatayê kême.

sebebê vê kêmanyê eve; rojê hê no dest pê kirye, bajar hê baş şên nebûye, kar û şixul, hatin û çûyn hê baş germ nebûye. u baraneke sivk hêdî hêdî dibare. di fotografê de destipêka lebata jyanê û hişyarbûna bajarekê mezin heye. baran, av, ’ewr, sîwan, mizgefit û minareyên dirêj aramyekê direşîne ser wênê. li milê din, tehsîldar, hatin û çûyn, şênî, ker, payton jî jîndareyekê didnê. deng û bêdengî, jîndarî û aramî, bajar û însan... ev hemû perçeyên esasî yên pira galatayê ne. pira galatayê jixiwe bê van nabe. lê belê, kî dikare van li ser wêneyek û fotografekê bineqşîne û dyar bike?

abdula fireres, bêguman abdula firêres, yanê evdilahên bira. di bin fotografa syemîn a romana bîra qederê de navê wan, di nav çarçeweyeke neqşikirî de, bi tîpên mezin, heye. ew û fotografxana wan navdare. herçend r. xendamyan fotografkêşê navdar ê alyê kadkoyê ye, ewçend abdulah firêres jî fotografkêşên navdar ên alyê galatayê ne. merv dikare, bi misogerî, bibêje ko nîşana «abdulah firêres», nîşana hostehî û bedewya hunera fotografkêşînêye. ne bi tenê li sitembolê, lê herweha li hemû alyên dewleta osmanî û li awrupayê jî, ew navdarin. ew, navdartirîn fotografkêşên sitembolê ne. ew fotografkêşên sitembolê û yên sultan, wezîr, paşa, ronakbîr, nivîskar, lewanten, jinên civakê yên bajarê sitembolê ne. nîşana abdulah firêres ji navê birayê mezin abdulah şukirî efendê tê. navê birayê biçok nayê gotin. ew bi tenê «birayê abdulah şukirî efendî» ye û ew herdu bi hev re abdulah firêresin. fotografxana wan li beyoglu, di nav kuçeyeke teng a beyo-luyê deye. fotografên herî sipehî yên beyo-lu û galatayê ji destê wan derketne û bi makînên wan hatne kişandin. ew fotografkêşên beyo-lu û galatayê ne; fotografkêşên herî hoste, herî kal û bi tecrube. fotografxane, salona roniştinê û situdyoya wan hertim tijî mervin. li dîwarê salonê çend fotografên beyo-lu û galatayê ko wan kişandine di nav çarçeweyên sipehî de daleqandî ne. di nav çarçeweyeke zêrhêlî de jî seneda ko wan ji sultan abdul ezîz wergirtye, «îrade -ê senye», dibirqe. bi vê senedê ew bûne «ressam -ê ḧazret -ê şehryar» û bi kêfxiweşî, bi serbilindî vê payeyê nîşanî xelkê didin. bi do sultan abdil ezîz re, gava evdilhemîd dibe sultan, abdulah şukirî efendî û birayê wî îcar dibin fotografkêşên hunkar... li gora kadkoyê, li alyê galata û beyo-luyê fotografxane û fotografkêş hîn zêdetirin; vuco û fettel, manîw papazyan, xwedyê «foto fîbusê» pawil tarkulyan, nyodor bilbildis, konistantin sofano, xwedyê «foto parnasê» girîgor derarsene, golmez firêres û hîn çendîn wênekêşên din... lê ev hemû hosteyên galata yê wargehê milletên têkel li alyekê, abdulah firêres li alyekî. cîh û hostehya abdulah firêres di ser hemûyan reye. bi destê wan sitembol dibe bokeke nazenîn, galata û beyo-lu dibe bihuşteke rengîn, jinên bedew û sipehî yên cade -ê kebîr dibin horî yên bira.

mîna vê fotografa syemîn a romana bîra qederê, hem yekserya fotografên wan hem jî kitektên fotografan lihevhatî ne. hem hemû fotograf hem jî alyê wê yê herî biçok bala mervan dikşîne. li ser fotografa pira galatayê ko gelek caran mîna cisir-y cedîd, pira ecelê yan jî mîna pira siratê bi nav dibe, merv kitektên pira galatayê jî baş dibîne; caxên herdu alyên pirê û neqşên wan, çirayên neqşikirî yên li ser caxan daçqandî, textên raxsitî yên pirê, bizmarên textan, dûkan û gazînoyên li herdu kêlekên alyê jor, kinc û pêşgîrên sipî yên nobedaran, kincên cûr bi cûr yên li ser şênyên ko di pirê re derbas dibin, awayê rêçûyna barkêşan. ji fotografê û kitektên wê baş dixuye ko pir navendeke girîng a jyana sitembolê ya rengîn û dewlemende. ne bi tenê evçend; ew xwedyê tarîxeke taybetî, qedereke balkêşe. u li dora tarîx û qedera wê gelek tarîx û qederên şexsî jî hatne hûnandin. gelek evîn li ser textên wê yên jihevketî û rizyayî hatne pê, gelek hêstir li wir barîne, gelek dil hilavêtne. gelek ruhên şikestî ji wir li pêlên avê û ewrên aso nihêrîne. digel tarîx û qedera pira galatayê, ev alyên wê jî, ji bo romana bîra qederê, girîngin. roman, bêyî pira galatayê nabe roman. germahya boş a evînê, cara pêşîn, li ser pira galatayê, ruh û bedena celadet vedgire. çirûskên hebûn û xwebûnê, ewçend bi xurtî, li wir, li dora wê, bi firê dikevin. ew mirnê li wir, cara pêşîn, bi roçkê wê yê saw û xoftijî, dibîne û dijî.

belê, galata, pira evîn û evîndaryê, xwenasîn û xwebûnê, mirin û kuştinêye.