6

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 9 Xulek  707 Dîtin

Emîn Alî Bey, Osmanli ülkesi ve Islam dînînîn sadik evladi Bedirhan Bey-in değerli oğlu, Osmanli vatani her zaman sîze çalişma ve hîzmetlerînîze muhtaçtir. Hayirli, uğurlu olsun...

emîn beg sipasî wezîrê ko weha dipeyve dike, royê xwe ber bi textê sultan evdilḧemîd dizvirîne û du caran xwar dibe û sipasyên xwe berpêşî sultan evdilḧemîd jî dike. sultan evdilḧemîd jî bi ken, hêdîka serê xwe xwar dike û silavan li emîn beg vedgerîne. piştî silavên rêzdaryê, emîn beg li wezîr vedgere û radweste. wezîr ji zabîtê kêleka xwe nîşanek werdigre û bi rêzdarî, bi alyê çepê yê sînga emîn beg ve dike. paşê eynî tiştî dubare dike û nîşaneke din jî pê ve dike. du nîşan, nîşana lyaqatê û nîşana osmanî li ser redîngota reş, li ser sînga emîn beg dibirqin.

celadet, bi kêfxiweşî, li nik mamên xwe, ji nav mêvanan, li bavê xwe dinhêre. di vê roja ronî ya payza 1903 -an de, li saraya dolmabaxçe, salona mu’ayedê, bavê wî bi merasîmekê, nîşanên dewleta osmanî ji sultanê dewletê werdigre. bavê wî ew jî bi xwe re anye merasîmê. bask nînin ko celadet pê bifre. ew li dolmabaxçê, di salona bedew a mwayedê deye û li bavê xwe û sultanê dewleta osmanî dinhêre! wê şevê qet xew neketbû çavên wî. di nav lihêfan de, wî mîna şujyekê, xwe badabû û bi zeḧmetî kirbû sibe. destê sibê jî, berî herkesê, ew rabûbû, dest û royê xwe şuştibû, kincên xwe yên no ko ji bo wê rojê hatbûn dirûtin, li xwe kirbûn û li hêvya bavê xwe mabû. dya wî û şehrîbanê jî, xweş, porê wî şeh kirbûn û kirawata papyonê pê ve kirbûn. herçî bavê wî bû, gava ew li dora sa’et heştan ji qata jor peyayî jêr bûbû, redîngoteke dirêj û coteke pantolê reş li serê dibirqîn. ew jî ji bo merasîmê ḧazir bû. merasîm di sa’et dehan de bû. piştê xurînyê, paytona mamê celadet, ’elî şamîl paşa hatbû ber derî, ew lê swar bûbûn û tevî ’elî şamîl paşa, murad beg, daketbûn lengergehê. ji wir jî, bi keştyê, bi hevaltya teyrên zeryayê, ew derbasî alyê din ê xalîçê bûbûn. li wî alî jî paytona mezin a mamê celadet, osman paşa ko li ber destê sultan evdilḧemîd dixebtî, li hêvya wan bû. birayên din ên emîn beg ên ser’esker bedrî paşa, necîb paşa, ḧusên paşa, meḧemed ’elê beg û kurmamê celadet, lawê necîp paşa evdilrezaq jî li dolmabaxçê li hêvya wan bûn. gava ew gihîştin dolmabaxçê, evdilrezaq beg li ber deryê bexçê dolmabaxçê li benda wan bû. evdilrezaq beg li serayê, mîna wergervan û teşrîfatvan, dixebtî û gelekê nêzîkî sultan evdilḧemîd bû. celadet ḧeyranê kinc û lixiwekirnên wê bû. wê rojê jî kinceke no ya firengê û fesekê sor ê no ahengeke taybetê dabû wê û bejna wî ya dirêj. simbêlê wî badayî, royê wê bi ken bû. wî ew birbûn hundir.

li gora gotnan, salona ko ew niha lê bûn, salona mu’ayede, ya dolmabaxçê, salona herî xweş û mezin a hemû awropayê bû. salon, tîmsala xweşî, meznahî û sipehyê bû. li ’erdê xalîçên mezin, fireh û rengîn raxsitî bûn. kêlekên deryê mezin ên salonê bi mehfûrên rengîn ko ji her alyên welatê fireh ê osmanî hatbûn, raxsitê bûn. dîwar û banê salonê bi neqşên neqaşên herî hoste hatbûn rengandin. çira û şamdankên zêrîn û zîvîn xweşahya dîwaran temam dikirin. pencerên salonê fireh û dirêj bûn û bi rengên keskesorî hatbûn xemlandin. ji hemû salonê bîhneke mîna bîhna gul û emberê difûrî. niha, celadet, tevî bav û mamên xwe, li vê salonê bû!

îro, ji bo emîn beg û bedirxanyan, rojeke tarîxîye. ji mêj ve bû ko zimanên ḧesûd û zikireş li sitembolCihê belav dikirin ko sultan dê malbata bedirxanyan ji sitembolê derxe û sirgûnî deverên dûr bike. wan zimanan belav dikirin ko bedirxanî li dijî sultan di nav dek û dolaban de ne û ḧazrya serhildanekê dikin û dixiwazin axa kurdistanê ji dewleta osmanî rizgar bikin. dewleta osmanî û rêberên dewletê, malbata osmanî, kar û şixulên dewletê, ji mêj ve, bi awayekê gelek taybetî ko hîç li ba dewleteke din nîn bû, digerandin. osmanyan kar û şixulên xwe bi wezîr û paşayên ko ji gelên bindest ên dewleta osmanî bûn, digerandin. loma jî li dora sultanên osmanî hertim wezîr û paşayên ji milletên din, kurd, ’ereb, çerkez, laz, yewnan, bulgar, arnawit, boşnak hebûn. bêguman van wezîr û paşayan jî kar û şixul li gora menfa’etên xwe û milletên xwe digerandin û ji hêzbûna wezîr û paşayên din ḧez nedkirin. hertim di navbera wezîr û paşayan de dijîtî û berberî hebûn û ji sultan re hevûdu gilî dikirin. îro jî ev wezîr û paşayên li dora sultan evdilḧemîd jî pirbûn, ji meznahî û quweta malbata bedirxanyan gelekê ditrisyan û dixiwestin pêwendya bedirxanyan û bab -ê alyê xirab bikin. loma jî wan li dijî bedirxanyan gelek tişt ji sultan re digotin û li der û doran belav dikirin. sultan bi tenê li wan guhdarî dikir û bêdeng dima. kesê nizanîbû ka ew çi difkire. lê li gora mamê celadet osman paşa ko li sarayê dixebtî û gelekê nêzîkî sultan bû, sultan evdilḧemîd li gotna wezîr û paşayên dor’alî guhdarî nedkir. dîsan li gora osman paşa, sultan evdilḧemîd li her derê weha digot; «kurd û bedirxanpaşazade birayên me yên mislimanin. em yên hevin...»

jiber vê yekê jî, îro rojeke tarîxî bû. îro sultan evdilḧemîd, bi vê merasîm û nîşandanê, hem şexsî, qedrê emîn beg digirt û dilê bedirxanyan xweş dikir hem jî nîşanî herkesê dida ko kurd û bedirxanî dostên wî ne. lê di eynî wextî de, wî rê li eczî û serhildanên navdar ên bedirxanyan digirt.

celadet, di vê roja tarîxî de, bi kel û coş, li dora xwe, li sultan û bavê xwe dinhêre. sultan li serê salonê, li cîhê bilind, li ser textê xwe, bêdeng, çavên wî li ser merasîmê, ronşitye. textê wî yê zêrîn dibirqe. li herdu kêlekên text, kevrên lûlû û yaqûd ko bi textê zêrîn hûnandî ne, rengên têkel ên sipehî didin têxt. royê sultan, royekî hinekê dirêj û nûranîye. rîh û simbêlên wî dibirqin. keneke tenk û bi usul li ser royê wîye. ew qet napeyve, bi tenê li merasîmê û li şênyên salonê, bi aramî dinhêre. tevî bavê celadet bi qasî bîst kesan li kêleka hevûdu di rêzê de û nîşanên xwe werdigrin. sultan ji textê xwe peya nabe, bi wan re napeyve, xwe nalvîne,-bi tenê serê xwe hêdîka li ba dike û silav dide wan. hemû karên din ên merasîmê bi destê wezîr û zabtan bi rê dibe. hema çi bigre hemû wezîr, aqlimend û mervên sultan bi simbêl û rîh, zabît jî tenê bi simbêln. rîha hinan tenk yên hinan jî bitre. simbêlê zabîtan jî qît y badayî ye. li salonê tiştê herî balkêş fesên osmanî yên sorin. li wir zeryayek ji fesan hatye pê, li serê herkesê fesekê sor ê sipehî heye. fesan, mîna helaleyên sor, hemû salon tijî kirne.

hingê salê min deh bûn. meraqa min pir, mêjyê min zarok bû. di wê salona yekta de min ji kurmamê xwe evdilirzaq beg û ji mamên xwe her dipirsî; ev çye, ev çye, ev çye... wan jî bi usul, mîna her mervê têghîştî, bersiva min didan; ev, eve.

ev, eve. ev, eve. bi nerîna zarokekê dehsalî, min ew hemû tişt, avahyên sitûr, ode û salonên bedew, zêr, zîv, text, sultan, wezîr, paşa, şûr, fes, zimanî tirkî, pêwendya wan bi min, bavê min, mamên min re di heşê xwe de nivsîn. lê gava ez mezin bûm û pêrgê dek û dolap, êş û zeḧmetyên jînê bûm, careke din ez li xwe vegeryam û min ji xwe pirsî; gelo ew çi bû, ew çi bûn?.. bêguman, bersivên van pirsên min ên cara dawîn ne mîna yên berê bûn. şekil û sûretên ko berê di mêjyê min ê zarok de çêbûbûn, bi temamî guherîn û qulpîn ser yên no. li milekê din, ew şekil û sûret, tu carî, bi her awayî, zelal nebûn... lê belê, pêwendya me kurdan û dewleta osmanî (u bi do re dewleta tirkyê) û pêwendya malbata me bedirxanpaşazadeyan û rêberên dewleta osmanî her û her mîna navenda jîna min ma. hem bi başî hem jî bi xirabî. mîna gelek kurdên din, min jî kir, nekir, nikarbû xwe, bîr û heşê xwe, ḧis û pejnên xwe jî xelas bikira. di destipêka salên hezarê de ’eşîrên tirkan hatbûn û welatê me kurdan vegirtibûn. ji wê rojê û vir de, em û tirk bi hev re, mîna cîran, dijyan. lê cîranyeke newekhev. ew hertim xwedî dewlet, em bêdewlet, peregende û bindest. lê tevî vê yekê jî, em di nav hev de bûn, bi hev re dijyan, ji hev dizewcîn, bi tirkî perwerde dibûn. ez çi bibêjim... pêwendya me hem pir baş hem pir xirab bû, hem çê hem neçê bû. ez çi bibêjim?..