3

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 9 Xulek  444 Dîtin

awrên wî li ser çavên zabit, ji ber tesîra bûyerê, bêdeng, celadet li dora xwe dinhêre. çend zabît û gelek esker vî danê êvarê yê xweş û aram ê 1906 -an, hatne mala emîn ’alî bedirxan. piranya wan li bexçê û dora malê ne, du zabît û du sertesker jî hatne hundir û bi rêzdarî, li salonê, bi emîn ’alî beg re dipeyvin. celadet û kamuran jî li nik bavê xwe ne. jin li alyê mitbexê ne. emîn ’alî begê ko ji mêj ve bû, li benda vê rojê bû, bi aramî, li zabtê ko pê re dipeyve, guhdarî dike.

belê, ew roj hatbû, roja ko di jyana bedirxanyan û celadet de ropeleke noye û ropelên romana bîra qederê ber bi cîh, war û dyarên nedyar dibin. çare nîn bû; ew roj dê bibûya perçeyekê qedera celadet û ropelên bîra qederê... zabtê li pêşyê rawestyayî ji emîn ’alî beg re sebeba hatna xwe îzeh dike. di destê wî de jî kaxzeke zer û dirêj heye ko li serê biryara sadrazam a sebeba hatna eskeran hatye nivsîn. zabit bi rêzdarî biryarê dide emîn ’alî beg. emîn ’alî beg, tilya mezin a destê çepê li ser simbêlê wî yê şehkirî, li biryarê dinhêre. di binê biryarê de mohra nas a sedir’ezem heye. kêlyeke dirêj, ew li kaxzê dinhêre û difkire, paşê ew li celadet û kamuran ko hema li kêleka wî ne, dinhêre, bêyî ko tiştekê bibêje yan jî bide dyarkirin...

heke te îzin hebe, bihêle, ez bi xwe beḧsa wê rojê bikim. min ew roj dît, lê te bihîstye û li serê xwendye. dîtin û xeyalkirin ne mîna hevin. bihêle, çavên ko ew roj dîtne, bila bi zimanê bûyerê «ne bi zimanê romanekê» beḧsa wê rojê bikin... fermana me rabûbû. roj, roja fermanê, fermana me kurdan û bedirxanyan bû. ryên welatên dûr û nenas, dîsan, li ber me vebûbûn, dîsan me dê xatir bixiwesta û berê xwe bida welatên ẍerîbyê. hingê, wê rojê, salê min sêzde, yê kamo yanizde bûn û dya min, piştî ḧîkmet, tewfîq, sefter û mezyetê, zarokekê no dipa.

hingê, di wan rojan de, êdî haya min ji her tiştî hebû û bejin û bala min di cîh de bû. ew roj, tevî her kitkitê, tê bîra min. her tişt bi mirna serekê beledyê, bi gotna hingê, şehremînyê sitembolê ridwan paşa dest pê kirbû. danekê êvarê, li alyê me yê sitembolê, kadkoyê, ridwan paşa ji alyê çar kurdan, bi demançê, hatbû kuştin.

kurd, kurdên me bûn. hatin û çûyna wan a malên me, bi taybetî mala mamê min ’elî şamîl paşa hebû. ’elî şamîl paşa, bi do kuştina ridwan paşa re, li wan kurdan xwedî derketbû. ridwan paşa... ridwan paşa -yê ko bû sebeba fermana me, mîna gelek kargerên dewleta osmanî ko ji miletên din dihatin, dijminahî li me bedirxanyan dikir. sedir’ezem hingê arnawid bû. ew ji giranê, tesîr û nifûza bedirxanyan a li ser dewletê û siltan evdilḧemîd ditrisyan û li pey dek û dolaban bûn. hemû bedirxanî, lê berî hemûyan jî kurmamê min evdilrezaq û mamê min ’elî şamîl paşa sitryên çavên wan bûn. evdilrezaq beg, bi gotna hingê, «mabeyn mutercimî û şûra -y dewlet azas» bû. ’elî şamîl paşa jî kumandarê qişla eskerî ya selîmyê, oskodarê û cîgrê «ḧazretê şehryar» bû. yanî li sitembolê gotna wan ferman, kirna wan qanûn bû. ango ew li ber wezîr, paşa û kargerên mezin ên dewleta osmanî kosp bûn.

herkesî bi dijîtî û dijminahya evdilrezaq beg û ridwan paşa dizanîbû. lê gava evdilrezaq beg qunaẍa xwe ya şîşil -yê ava kir, dijîtya wan hîn kûrtir bibû. evdilrezaq beg dixiwest rê ḧeta ber mala wî ya no were. ridwan paşa «şehremînî» bû, rya ko evdilrezaq beg dixiwest, nedda çêkirin... çîrokeke evçend besît bi vî awayî dest pê kir û dirêj bû. teşqele, qîreqîr, şer û pevçûn li پەێ hev hatin û di dawyê de jê, gava ridwan paşa û kurê wî reşad, danekê êvarê, ji tirêna goztepeyê peya bûn, ridwan paşa bi heşt guleyan kete ’erdê, ser axa reḧmetê. ew heşt guleyên ko li canê ridwan paşa ketin, bûn sebebên fermana me jî. wan heşt be’îkan fersendeke welê da destê sedir’ezem û neyarên din ên kurdan ko êdê tu kesê nikarbû rê li dek û dolabên wan bigirta. êdî rê vebûbû; ew ê bi ser ketna, em ê jî ber bi sirgûnyê biçûna... sultan evdilḧemîdê ko nîşan dabûn bavê min, mam û kurmamên min parastibûn û gotbû ko kurd û tirk bira ne, mohra xwe li bin biryara sirgûna me xist. ne bi tenê evdilrezaq beg, ’elî şamîl paşa û kesên ko ridwan paşa kuştibûn, dê biçûna sirgûnê, em hemû, belê em hemû bedirxanê dê biçûna. ne bi tenê bedirxanpaşazade, lê çi kurdê ko bi awayekê pêwendya wî û wê bi me re hebû, dê biçûya sirgûnê. ne bi tenê ew jî, cîran, heval û dostên bedirxanpaşazadeyan jî dê biçûna. kerwana sirgunê pir dirêj bû. em bedirxanpaşazade bi qasî sedûşest kesî û kurdên ko bi me re têklyên wan hebûn, bi qasî sê hezar kesî, belê, sêhezar kesî, diketin ser rya welatên dûr. em ji welatekê ẍerîbyê ko lê hatbûn bicîhkirin, dîsan, diçûn welatekê din ê ẍerîbyê. bi gotna bavê min, «dewra felekê li ser me kîn bû», em lawên welatê ẍerîbyê bûn, ẍerîbî qedera me bû.

eger em dîsan werin ser wê rojê, zabtan wezîfa xwe dikirin; wan biryara fermanê ko bavê min bihîstibû, ji bavê min re gotin. em ê ḧeta sibê ḧazir bûna, wan ê jî li ber deryê bexçê nobet bigirtana û berbanga sibê, em ê di bin çavnêrya wan de biçûna galatayê. belê, rya welatê no yê ẍerîbyê ji galatayê dest pê dikir; ew herdu keştyên ko dê me bibrana sirgûnê, keştya «mekke» û «şewketê derya» li wir, li benda me bûn. şewket -ê derya, keştyeke navdar bû, li sitembolê herkesê navê wê bihîstibû. ew keştyeke kevnare ya sirgûnê bû. ji mêj ve bû ko wê muxalîfên dewleta osmanî û siltan evdilḧemîd dibirin welatên germ ên miẍirb û ’ereban, cîhê sirgûn û windabûnê. niha jî ew keştya navdar û ya mekkê ko jî notir û çêtir bû, ji bo me hatbûn ḧazirkirin.

hin ji mamên min li sitembolê dijyan, lê hinên wan jî li derveyî sitembolê. gelek kesên ji malbata me ya fireh, bi wezîfên cihî yên dewleta «osmanî ’alî», li deverên cihî dijyan. lê biryara sirgûnê ji bo me hemûyan bû û herkesê ko bedirxanpaşazade bû, divya, bi gotna biryarê, li cîhê xwe «derdest» bûya. evdilrezaq beg û osman paşa li mabeynê, çend gav ji siltan evdilhemîd bi dûr, hatin girtin. alê şamîl paşa li qişla selîmyê, ḧusên kenan paşa li yozgatê, cîhê ko ew lê miteserf bû, kamîl paşa li hayfayê, miḧemed ’elî û meḧmûd beg li beyrûtê, mîtḧed, murad, ḧesen, ’evdireḧman û bedrî paşa li malên xwe hatin «derdest» kirin. kekê min sureya jî li xwendegehê, mekteb -ê sultanyê... ew mekteb-ê sultanye ko mektebeke bijarte bû û serek û kargerên pêşerojê yên dewleta osman -y ’alî dighandin û hema çi bigre cîhekê muqedes bû, wê rojê tijî esker û zabît bûbû, ji bo kekê min.

heye ko haya te jî hebe, di wan rojên sirgûnê de, kitêbokek bi navê «emîr bedirxan» derket. kitêbok ji alyê zanayên kurdên sitembolê û bi îmza «lutfî» weşya. li wir beḧsa kuştina ridwan paşa û sirgûna me jî dibe. hingê li ser kuştin û sirgûnê gelek tişt di cerîdeyên osmanî û firansizî de hatin nivsîn. «le figaro» bi dirêjî li ser bûyerê nivsî. kurdan jî bi kitêbokê bûyer îzeh kirin û siltan mîna curimdarê vê sirgûna ko mala gelek û gelek kurdan şewtan, îlan kirin. herwekî ko wan jî digot, sirgûn, ne ya çend kesan bû, ew ya zar û zêç, kal û pîr, jin û pîrejnan bû. sirgûn, ne ya cezakirna kuştinekê û mêrkujan bû, ew a kavlikirna malan, şewtandina dilan bû. sirgûn, sirgûna me kurdan bû. galata dê îcar jî bibûya şahîda bûyereke no ya tarîxê; galata, pira evîn û evîndaran, şahda tarîx û bûyeran, pira ko min jî ewçend ḧez dikir, dê niha li pey me, li pey keştyên ko dê ji marmarayê ber bi zerya sipî giran giran xwe li ba bikirana, zikê avê biqelşandina û em, bi sedan merv; zarok, jin, kal, pîr, paşa, zabit, karmend, xwende, bibrana deverên dûr, wê dê desmal hilda û bi zîzê sitrana veqetînê bigota.

di berbanga dotra rojê de galatayê destimal hilda. kayqên eskerî hatin û em birin keştyan ko hinekê ji galatayê dûr lenger avêtbûn û li benda me bûn.

ez çi bibêjim?.. galatayê sitrana zîz a veqetînê digot... dewra felekê li ser me kîn bû...