laço biřo

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  523 views
ey yarekey tûře û tiřo
be ’eşqî to bûm desxeřo
hatûme lat bo dîdenî
keçî ełêy laço biřo
***
ey yarekey le yar neçû
le xunçey newbehar neçû
le kîjî behredar neçû
tefrey minit da be diro
minêkî diłpakî hejar
xawên wek awî sazgar
ne fêłbazim ne nalebar
wa bûm ledes to řenceřo