neş’ey nîsan
From the Book:
            Berhemî Xawên
        By:
                Ali Aref Agha (1910-1996)
        
             1 minutes
             1125 views
        
        
    xoşî û diłşadî wa nimayan bû
emeş le sayey neşey nîsan bû
destigîrî min bû maçî kułim û lêw
yar pêmî bexşî demew beyan bû
destim xiste ser memkî pirteqał
germ û nask û nerim û nyan bû
le hemû jîna, key emem dîbû
xoştirîn katî helî jyan bû
ew ’umrey pûçey le řabirdûda
tîpeř bû hemûy jan û zyan bû