hêzî diłdarî

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  507 views
em «hêzî diłdarîye» ke wełamî parçe şî’rêkî «mamosta goranPerson»e, le beşî yekemî dîwanekemda «guł û xunçe» lapeře (64) biřgeyekî le bîr çuwe û çap nekirawe, îmeş be pêwîstiman zanî le bergî duwemî em dîwane betewawî bînûsînewe û pêşkeşî xwênerî bikeyn.
ger baxî paşa lewber awîş bê
be hordûy dujmin řêgîrawîş bê
be şûrey poła bestirawîş bê
ebme şabaz û hełmet ehênim
le baxçey paşa guł bo yar dênim
hêz nîye leber hêzî diłdara
ke xoy řagrê le deşt û şara
lenaw agir û derya û kosara
be îmanî ’eşq qeła eşkênim
binçîney sitem le bin derdênim
yar bo çepkê gol teşrîfî bênê
firmêskî ’etrî le çaw biřjênê
zor ’eybe ’aşiq ke dabmênê
gyan fîda ekem huner enwênim
bo awatî yar çon da’emênim