«kanî ’aşiqan»

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  690 views
çûme geřekî «kanî ’aşiqan»
witim bizanim çî tya ebînim
lewê tûşim bû polê kiçî cwan
lêyan fiřandim îman û dînim
***
dû lew kiçane ke hewramî bûn
wekû firîştey yezdanî gewre
dem be xendewe bo kanî eçûn
diłyan xistime cewlan û dewre
***
dwanî tirîşyan kenîşke cafin
wek ẍunçey behar geşabûnewe
cwanêkî řast û şox û bêlafin
gyan kewte dinyay xoş û řûnewe
***
çwar kiçî tiryan şarezûrî bûn
le dinyay cwanî wêneyan nebû
bo gyanî ’aşiq cêy sebûrî bûn
gelêk şîrînîy ’îşweyan hebû
***
ke lêm tê peřîn kewtim bebê hoş
şewî tarîkim be çawî xom dî
be carê jînim labû feramoş
kewtim be wêney mirdûy ebedî