sergermî

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  538 views
le pêş çawim hemû ’alem be çeşnî peřekayêke
serim germe le mestîda çi derbestî kiławyêke!
hemû miłkî beła û mîḧnet be tenya milk û tapome
kesê wa bê le naw şara çi derbestî serayêke?!
be ẍeyrez xem ke xwardinme nehar û şam û berqilyan
le en’amî xwa ḧîssey emin tenya nîgayêke
le asmana belayê bê le pêşa dête malî min
bełay ẍeybî legeł minda ’ecayeb aşnayêke
be çen zeḧmet yekê hawdem ebînim têgeyştû bê
ke wextê dête giftugo le bextim nêregayêke
ewende yas û bêzarim le ’alem çolîye cêgem
sefî negbet le çwar dewrim be ’eynî wek supayêke
dexîlit bim le des mîḧnet fîrarit qet nebê hergîz
le bo def’î xem û ẍusse beła pişt û penayêke
eya milhuř be mehtûkî mefkire serkizî bêdest
ke çun dermanî çen derd û birînî zil gyayêke
le dûro pêm elên «qani’Pen name» pyawêkî mil’estûre
be dîqet bên temaşa ken ke her firmêsk û ahêke