jinî bed le ladê

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  740 views
jinî bed me’lûm ẍezebî xwaye
her kesê jîr bê ezanê waye
be sê řoj çakî û xirapî jinan
řûn ebêtewe bo destey pyawan
ax bo ew pyawe xêra hełbistê
tełaqî bida û hîç lêy newestê
nek zikî piř bê û biçête milî
hetakû mirdin bibê be cilî
kemê le wesfî jinî bêkare
bo kurdî hejar dênme jimare
beşewî tarîk be hezar eḧwał
mêrdî le mizgewt řû ekate mał
eřwanê dirgay ḧewşey kirawe
kel û pelî mał le ḧewş pijawe
manga û ker wiga, pişîle û bizin
sûřî mał eden her yek bo xwardin
teşte naneke bebê letê nan
sere û lêj buwe le gwêy agirdan
agir her dûkeł çira kujrawe
lenaw agirdan qorî řijawe
goze aw şikaw nawmał piř le xoł
keybanû xewtû, hode çoł û hoł
haře hařî zil dête berî gwêy
herwek be mişar lewḧê dûlet key
temaşa eka keyzanûy małe
ewendey xwardiwe ḧałî bê ḧałe
bangî lê eka afret hey afret
hełî esênê behezar zeḧmet
hełî esênê beçar û naçar
ke jin heł esê lêy dête guftar
hey małit şêwê bo teq û řewe
hełm esênî bem nîwe şewe?
ewe beřeke lejêrta řayxe
ewe mewceke bexoyta de
qur’an beḧeqqit mangê tewawe
beşew nenûstûm benim badawe
hêşta em pyawe namnet bare
toxwa çon ejîm legeł em kare
şerit bê ḧaşa kem danenîşim lat
şoret bednawît bixeme wiłat
mêrd:
afret em hemû bennite bo çîye?
min bo eřwanim hîç dyar nîye?
ne saḧêb meřim, ne xurî sênim
tałî ben bêne xom exnikênim!
em hemû bene kewa bay edey
nazanim le kwê to peyay ekey?
benî to wekû piławî xaneqa
nawî bê laşes le hemû dinya
wextê xermanan to emkey be pen
mał û mał eřoy bo hewdayî ben
jin:
xozge be bawik û bapîrit nebê
ey ewe çe bû kêşate derpê?
bene xwêneket be mîrat kewê
hêşta nayełê têr binûm şewê
min le mał bawkim be tenha sê sał
gurîsêkim řist dirêjî dû bał
be benexwênêk minet nezanî
çî ekey bîke herçî etwanî
qani’:
ey biraderan aman sed aman
xotan parêzin le destey jinan
ewa gîr bixon êweş wekû min
gałtetan pêken gişt dos û dujmin
qani’Pen name bêdeng be ba daykî xencer
tûře nebê lêt dertikate der!