nekem çî bikem

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  1518 views
ke min bom des neda řendî desa teqwa nekem çî bikem?
esîrî zułfî tatatim, ke waweyla nekem çî bikem?
le kuncî som’ey zuhdim, hezaran şêx şagirdime
le şêx bedtir hemû serfî qedî tersa nekem çî bikem?
ełên mecnûnî zû şeyda be bałî sewłî leyla bû
minî şeyda fîday bałat, eger leyla nekem çî bikem?
ne meḧwîm ta ke meḧu bim, ne nalîm ta binałênim
be şorî şî’rî şîrînim, felek şeyda nekem çî bikem?
le ewsafî selaḧeddîn qełem mandû buwe emca
eger wesfî xerafatî kuřî kîsra nekem çî bikem?
xeyałim waye bîrî dił, le ’ûdî sînema derxem
le bo em hoze cêmawe, dengê berpa nekem çî bikem?
le goşey baxî kurdistan hezar qani’Pen name be bulbul bû
le batî baxewan emřo, ke xom řîswa nekem çî bikem?