min û yar

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  793 views
ela ey mestî ’aşiq kuj, meke men’î diłî zarim
řeqîbî bext bergeşte, hemîşe wa le pêwarim
minim meḧbûsî zincîrit wekû yosif le mîsrî ’îşq
leber ẍemzey keman ebro, wekû eyûbî, bîmarim
ke dîm gułzarî gonay ew, witim bex bex, çi baxêke!
wekû bulbul le ser gułda, weha zar û birîndarim
be goşey çawî mexmûrit, şika qifłî qerarî min
tewaw derçû le des ’eqiłim, ke wêłî deşt û kosarim
beḧemdîlla, ke xwênî dił, řengî da naxûnî dulber
ełên pence ḧena řenge, nezer ke, cergî bîmarim
be îstîhza witî meḧbûbî min yarî ẍezel baze
řeqîb sadey binałêne, leber lêşawî eş’arim
le teb’î sist û fîkirî kul, ebê çon şî’rî xoş derbê?
le qani’Pen name qet nedey te’ne, bizane kone ’eyyarim