dexîle saqya heste be çustî bêre gerd û xul

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  834 views
dexîle saqya heste, be çustî bêre gerd û xul
demê ba ça le demda bê, demê qawe demêkîş mul
le kellem tem eka dûdî henasey sed wekû ferhad
le diłma şořş engêze, binaẍey ḧakmî babil
le bîrim dê eya wa’îz ni’imArabic bûy řojî îstîfham
minim qalwa bilîArabic wêrd û ke çî to pêm ełêy batil
min û to pêko westa bûyn le şaristanî erwaḧa
le pêş çawim wekû dwênê bê waye mes’eley qabil
le piştî bawe ademda tekanim da le bo sebqet
muqedder bałî tund bestim witî: qif ayّha al’acilArabic
binoşe camî mey kurde, be yadî textekey cemşîd
le eyûbîş be aga be hetakû pêt nełên ẍafil
min yar û dił û sebir û nîşat û qani’Pen namey bedbext
hemû ziddîn be yek wek şêx û bexşiş, ’alim û cahil