kiç

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  1043 views
kuř bebê şik hewrî tałe her wekû perwîne kiç
kuř wekû xaşak û xare susen û nesrîne kiç
bo nexoşî derdî ’uşşaq dukturî şafî kiçe
kuř wekû hengî diřinde şaneyî hengiwêne kiç
xwên řijanin meyl ekey fermû were ser seyrî kuř
dił be řeḧim û laşe nerim winazk û řengîne kiç
kiç ke kewte řawe kuř asane kuř girtin lelay
bazî teřlan û tewar û waşe û şahîne kiç
kuř ke zor çak hełkewê ferhadPersone ya mecnûnPersony şêt
kiç le perdey ’îsmeta leylaPersonye ya şîrîne kiç
ger ḧewa nebwaye êsteş ademî bû bê wecax
bo zyadî ademîzad mayeyî te’mîne kiç
her kesê meyl û xeyałî ḧîfzî îslamî bika
bo bexêwî baxî îman her wekû perjîne kiç
kiç ke wextê kuř ebînê qani’îPen name peyda eka
ca kewa bû kuř be hîç û qablî teḧsîne kiç