ey kurde
From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
2 minutes
1006 views
ey kurde deba bes bê îtir barî řezalet
ḧasił ke le em ’umrî xesarate nedamet
gwê şil megre bo witey puç û sefahet
ey ser bese ta key leserit mawe cehalet
çaw hełbiře nextê bese řeftarî qebaḧet
sed dax û dûsed derde kewa ’umirit be bade
to ser kiz û damaw û hemû dujminit şade
em sûde xisûsîte ke bê sûde delade
ḧeywanî eger cê leweřî xoşt murade
ya ger beşerî bêre sefî ’îlim û dirayet
biřwane le ewraqî hemû ’îlim û şerî’et
tê koşî lebo keşfî hemû beḧrî ḧeqîqet
nuqsanî ebê çî bê bira ’îlmî tebî’et?
key kufre egir fêrî bibî sen’et û ḧîkmet?
key men’e le to herdû be asar û be ayet?
pyawê nenwê da’îmî her zîkirî xuda ka
řoj řojû qur’an û be şew bang û seła ka
baweř meke qet nanî be em core peya ka
bay’ nîye xalq ke řizq bê’ û şiraka
asane bibarê be do’a nebuwe be ’adet
nasrawî wiłatanim û çak dyare ke min çîm
bê sûd û bebê kełkim wekû tokłî dar bîm
çon bê hunerim mudetî eyam be birsîm
te’qîbî ẍerez nakem û dujmin bekesê nîm
nadane neqîzey ewê, dana be îşaret
ey kurde hemû şîwenî min giştî be toye
bo toye ke qani’Pen name ciger û qelbî be soye
biřwane le eş’arim eger hoşt bexoye
miftî ẍezełit tobî ke û xwa kamî diroye?
bes xot ke becêy tane û tekdîr û melamet