kiç

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1042 Dîtin
kuř bebê şik hewrî tałe her wekû perwîne kiç
kuř wekû xaşak û xare susen û nesrîne kiç
bo nexoşî derdî ’uşşaq dukturî şafî kiçe
kuř wekû hengî diřinde şaneyî hengiwêne kiç
xwên řijanin meyl ekey fermû were ser seyrî kuř
dił be řeḧim û laşe nerim winazk û řengîne kiç
kiç ke kewte řawe kuř asane kuř girtin lelay
bazî teřlan û tewar û waşe û şahîne kiç
kuř ke zor çak hełkewê ferhadKese ya mecnûnKesy şêt
kiç le perdey ’îsmeta leylaKesye ya şîrîne kiç
ger ḧewa nebwaye êsteş ademî bû bê wecax
bo zyadî ademîzad mayeyî te’mîne kiç
her kesê meyl û xeyałî ḧîfzî îslamî bika
bo bexêwî baxî îman her wekû perjîne kiç
kiç ke wextê kuř ebînê qani’îNasnava edebî peyda eka
ca kewa bû kuř be hîç û qablî teḧsîne kiç