ey diłberî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  983 Dîtin
ey diłberî qed ’er’erî serdarî hemû şox
meḧbûbî hemû ’alem nazdarî hemû şox
yek nukte le esrarî nezaket binwêne
wek bextî emin řeş bike bazařî hemû şox
to diłberî ’eyyarî le bazařî temaşa
bacgîrî le her sełtenet û barî hemû şox
tîrî nîgehî çawit eger meylî ’edem bê
wêranî eka yek nîgehit şarî hemû şox
ustadî qeder řesmî qedî toye le desya
boye ke weha let lete peřgarî hemû şox
zwaney giřî dûrîte dił û cergimî sûtan
bê bake diłim bo şeřey narî hemû şox
mestane sîfet řû ekeme çoł û byaban
xom dûr exemo emřo le asarî hemû şox
bê tame bira şî’rî min û nîkteyî qani’Nasnava edebî
bazařî nema defter û eş’arî hemû şox