dexîlit bim le şax û berd û teq teq
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
1416 views
dexîlit bim le şax û berd û teq teq
milim deşkê îşarem ke be teq teq
be naḧeq çûmete kayey minałan
be lutfî xoy meger bîka be ḧeq ḧeq
le bazîçey zemana bûmete go
wicûdî seyrî çon kirdim be şeq şeq
muqessîm wextî şeř çakim debînê
le xêra seyr deka nabînî zeq zeq
beling řûtî ’ereb emda be şû ca
huma nabête cûtî ḧacî leq leq
derûnim hênde keyle ḧemdîPen name wexte
le daxana berim wek sifre şeq şeq