her legeł em ka’înate hatuwe dinya be bûk

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  570 views
her legeł em ka’înate hatuwe dinya be bûk
mêrdî hêşta des nekewtuwe çend geřa gewre û biçûk
tałîbî dinya nebî to ew be to tałîb debî
muşterî nabê le bazařa meta’î wa çirûk
tênegeyun xełqî dinya wa be řaste û çepeda
gałte bem xełqe deka kirdûnîye dar û helûk
małî piř řazyane bê bimrê be jane sik debê
dîn hebû ta şêx û wa’îz bûne tabûr û bilûk
malîkî îqlîmî ḧusnî ey senem derke řeqîb
her deşêwê mîlletê ger gwê le bedgo ka milûk
destî wa hêna be řîşa mame sofî qesdîye
cennetê mawe wekû dinya ewîş piř ka le tûk
damenî pîrî muẍan řenge ke bigrê ber neda
ḧemdîPen name zahîd ger bika şamî xerabatî silûk