be xwênî ême baqił lêwî qet alûde naka merg

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  1490 views
be xwênî ême baqił lêwî qet alûde naka merg
dełêy tiryakîye meylî meyî pałûde naka merg
temaşay kohken ken mewc eda her xwênî şîrînî
şehîdî têşeyî ’eşqî bitan fersûde naka merg
be neqid û cins û dest û pêwe ẍeřřa bûne bê ’eqłî
ke geyye ew deme te’dadî ew mewcûde naka merg
ke ẍem asayşî tenha be mergî ehlî ulfet bê
dyare xo leber ẍem ’aşiqîş asûde naka merg
debû ḧatem legeł ehlî buxlida ferqî bikiraye
temaşay ew ’ilûyî hîmmete û ew cûde naka merg
deşêwênê ẍemî hîcran nîzamî qafyey ḧemdîPen name
be coşî giryewe hatote ser nûkî zimanim cerg
ẍerez poşînî ’eyb û ’are bergî ’arîye mecnûn
witî leyla peristî qet depoşim min be loyî berg