dexîlit bim le şax û berd û teq teq

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  1414 Dîtin
dexîlit bim le şax û berd û teq teq
milim deşkê îşarem ke be teq teq
be naḧeq çûmete kayey minałan
be lutfî xoy meger bîka be ḧeq ḧeq
le bazîçey zemana bûmete go
wicûdî seyrî çon kirdim be şeq şeq
muqessîm wextî şeř çakim debînê
le xêra seyr deka nabînî zeq zeq
beling řûtî ’ereb emda be şû ca
huma nabête cûtî ḧacî leq leq
derûnim hênde keyle ḧemdîNasnava edebî wexte
le daxana berim wek sifre şeq şeq