qewmî kurdin em girohe ey řefîqan ya melek
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
582 Dîtin
qewmî kurdin em girohe ey řefîqan ya melek
erze geyye asman ya bote ferşî erz felek
çawî min kewtote řêşkewpêşkey nûrî cemał
xake ya estêre mang û xore ya kuçk û kełek
pêkewe em şîn û sûre qa’îdey perîyane ya
ḧor û ẍîlmanin degêřn şayîyêkî řeşbełek
mentîqey em kurde bote seḧneyî baẍî îrem
her wekû fîr’ewn ke şêxanî têdaye her belek
em hemû şêrî jyane hate der lem bêşeda
kewłî řêwî boye kutra dařna pêstî dełek
bêreda papor îtir naga be mergî to bira
sewłeket derçû le destit taze eygêřî kełek
kurd kuřî meydane ḧemdîNasnava edebî to temaşake kuře
qet bizane gwê edate dengî oẍlan û welek