şehnişaye şehîdî ’eşq be sed řeng
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
465 Dîtin
şehnişaye şehîdî ’eşq be sed řeng
deda zînet be tabûtî wek ew řeng
be mirdin zeř perist xoşḧałe biřwa
be yadî gencî qarûn dû be dûy zeng
řeqîb ger te’ne nada şîşeyî dił
şikanî bo nîye bidrête ber seng
şikarî şêrî dił qabîl be xote
letom dîwe fitûḧatî bebê ceng
sema hate sema bo bezmî ’alem
çeẍaney mang û řojî girte ser çeng
xumarî daye mey çawî xumarit
xetî sebizit neşey wergirt leser beng
mełên naḧeqye bulbul em fîẍane
besed aheng denoşê ’etrî guł heng
bizane qatî pyawe ḧemdîNasnava edebî û to
yekê bote hoşeng û yek be ferheng
#