şehîde ew kese hełsê le qebrî nûrê wek meş’el
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
2 Xulek
1336 Dîtin
şehîde ew kese hełsê le qebrî nûrê wek meş’el
be xwênî ew dirawe dyare şimşêrî biro mesqel
heta ’aşiq nekujrê cewherî dernakewê qatîl
desî sewze çi řû sûre bizane texteyî meẍsel
heta key wêłî wadî ulfetî ey bê xeber mecnûn
ewe gerdî çi şeydayêke geyye damnî meḧmel
lenaw ehlî diła sofî dezanin çone teşbîhî
le xermanî genmida bê gułî zîzane û xerdel
cîhan řencî min û ferhadî zay’ kird be efsûnî
bełê pêy xoşe pîrêjin nemanî şehsiwarî kel
peley pêkewt cîhangîrî be min baqił deka canan
pelî sewqî mekanêkî deka demka kewa pel pel
be de’way esił û fesił îkmalî nuqsan ’eynî nuqsane
ke da’î şubheye fazîł nebê ger nutfeyî efzeł
fîraqit agirêkî nawete xermanî ’umrî min
le her cê dadenêm pê agirî degrê wekû meş’el
be leyla herçî meylî bê bełê layus’ele mecnûn
decoşê xwênî dêwane leserya herwekû menceł
le bedtînet umêdî ḧusnî nîyet bo deken xełqî
eger řoḧî beberdakey be lîmo qet debê ḧenzel
yekê çake leber çawî yekê dû bê newek dû sed
le saḧêb sû’îzen elbet gelê ehwentire eḧwel
be mîqdarî huner qedrî be kes neşdawe naşîda
cîhan ḧemdîNasnava edebî deka ekser be gewherdaneyî pişkel