des le deryada deba bo pûşê însanî ẍerîq

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  622 Dîtin
des le deryada deba bo pûşê însanî ẍerîq
na’îlacî merd deka elbet be namerdê řefîq
ger řefîqit dił bişêwênê be bê ’eqłî bira
ew řefîqe zû muqabîl to dewestê wek ferîq
lêwî to perwerdeyî xwênî diłî ehlî diłe
ya desênê xerc le mewcî beḧrî mercan û ’eqîq
serde dozex bo ewaney germî ’eşqî dilberin
key mecaz sozî degate mertebey ’eşqî ḧeqîq
řê be qe’rî beḧreba ẍewwasî ’arîf bo guher
ḧeqye bo mezmûn ke şa’îr kewte efkarî ’emîq
yek piřîşkî nûrî ’eşqit agirêkî xiste dił
kes le babî ’alya nedîwe bew new’e ḧerîq
her şewê deyhênme xatir celalî řûyî yar
ewcî dił piřye le nałey ře’d û çexmaxey berîq
bo cefa bê ba le fikirî derneçim kafîme min
ḧemdîNasnava edebî nabê qet wekû ew şoxe ẍeddar û şefîq