şarî koye ke lebaleb butî ẍunçe lebe

From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 1 minutes  1665 views
şarî koyeNamed-Entity ke lebaleb butî ẍunçe lebe
ger felek lêy bigeřê menbe’î ’eyş û terebe
diłberanî be mesel her wekû eş’arî minin
kamî lê egrî ebêjî emeyan muntexebe
ẍaretî ’eqłî minî kirduwe zîba senemê
’arîzî řeşkî qemer qametî nexłî řutebe
newzerNamed-Entity asa, fereydûnNamed-Entity sîfet û selimNamed-Entity řewş
şêr manend û syaweşNamed-Entity weş û xusrewNamed-Entity leqebe
’arîz û ẍebẍeb û řuxsar û zenexdan û lebî
nazk û tuḧfe û zîba û bedî’ û ’ecebe
diłber û zeřkemer û cîlweger û ’îşwefroş
serwî sîmîn beden û şahîd û şîrîn leqebe
załim û diłişken û dostikuj û xesminewaz
’îsewî dîn û muẍ ayîn û feřengî mezebe
sêwî danawe le jêr lêw ke emem goy zeqene
zîwî xiř kirduwe wek go ke emîşim ẍebebe
laleřû, şêftemû, xalîbe bo ’erbede co
rûy weku mahî felek zulfî weku zûzenebe
xwastî lêy maçê řezaPen name kafre neyda û witî
ey xuda lem kuře şêxzadeye çend bê edebe