şarî koye ke lebaleb butî ẍunçe lebe

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1664 Dîtin
şarî koyeNava taybet ke lebaleb butî ẍunçe lebe
ger felek lêy bigeřê menbe’î ’eyş û terebe
diłberanî be mesel her wekû eş’arî minin
kamî lê egrî ebêjî emeyan muntexebe
ẍaretî ’eqłî minî kirduwe zîba senemê
’arîzî řeşkî qemer qametî nexłî řutebe
newzerNava taybet asa, fereydûnNava taybet sîfet û selimNava taybet řewş
şêr manend û syaweşNava taybet weş û xusrewNava taybet leqebe
’arîz û ẍebẍeb û řuxsar û zenexdan û lebî
nazk û tuḧfe û zîba û bedî’ û ’ecebe
diłber û zeřkemer û cîlweger û ’îşwefroş
serwî sîmîn beden û şahîd û şîrîn leqebe
załim û diłişken û dostikuj û xesminewaz
’îsewî dîn û muẍ ayîn û feřengî mezebe
sêwî danawe le jêr lêw ke emem goy zeqene
zîwî xiř kirduwe wek go ke emîşim ẍebebe
laleřû, şêftemû, xalîbe bo ’erbede co
rûy weku mahî felek zulfî weku zûzenebe
xwastî lêy maçê řezaNasnava edebî kafre neyda û witî
ey xuda lem kuře şêxzadeye çend bê edebe