mayne kwêt caran detut řewtî řewtî ahuwe

hecwî maynekwêt
From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 1 minutes  1364 views
mayne kwêt caran detut řewtî řewtî ahuwe
êste hestanî leser axuř be yahû yahuwe
qet le yek qisnaẍ kemî co nademê hêşta leře
sał dwangizey mang swarî nabim û her manduwe
’umqî çałî meq’edî bê şik mesafey qesir ebê
dirzî derwazey kuzî loç loç beser yekda çuwe
ger be’awzengî perasûy em ser ew ser hełdiřim
hênde nabziwê bizanim mawe yaxo mirduwe
xawenî pêşûşî nazanê ke te’rîx û seney
çende emma min le pîranî qedîmim bîstuwe
wextê nadir şa hucûmî kirde ser îqlîmî řom
taze goya ew le kuz daykî xurûcî kirduwe