dengî bezim û saze emřo têm geyênin çî buwe

pasî taze
From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 1 minutes  1445 views
dengî bezim û saze emřo têm geyênin çî buwe
wa tucař û newker û aẍa demaẍayan girtuwe
katîbanî da’îre û me’mûrekanî zî şeref
zor bekeyfixoşî ebînim xełqe çîtan bîstuwe
bê ’eba şan daçeqaw milḧîzekanî memleket
wa deřon û dên nazanim çîyan lê win buwe
çûne kin xwace mûşê û û xoy û etba’î bekeyf
ḧezretî meb’ûsî ekirem destî yekyan girtuwe
fayqî tapo, ḧemed beg ba mudîrî tanceřo
mezbetey namûsî xoyan bo ḧukûmet narduwe
ḧakmî sułḧ, ẍefûr aẍa, cenabî bablê
firsete hawar eken wa pasî ḧîzî derçuwe
nagehan cařçî nîday kird ey ehalîy mu’teber
bênewe wa modeyekî tazetir peyda buwe