wituwêjî mame pîr degeł řefîqe lawekey le barey ew hobeyda

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  486 views
ew care ke pîre zîrekî pîr
dîgut be cwanî ehwen û jîr
biřwane be dîde to bizane
ew hobeye cêge małî xane
têda heye baregayî aẍa
her boye ewende qopraẍe
her hobeyî mezne ger lewêye
wek şar dîyare kê be kêye
ba ême le yek nefer bipirsîn
lew hobeye çun ẍerîb û birsîn
małêkî ke ḧez bika le mîhman
dyarî be des ew bika le boman
lew małe be nermî û necîbî
deykeynewe tûrekey ẍerîbî
bê qîře lewê be şew heta řoj
asûde deçîne xew heta řoj