pirsyarî pîre le kabrayek le barey ew hobeyeda
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
3 minutes
811 views
ew pîreyî hoşyar û ’aqił
bo wey ke girê weka le muşkił
pirsî le yekêkî hoşyare
î kêye be mułk ew heware?
ew hobeye gewreyî gelêye
nêwî çye? to biłê ke kêye?
ew şo, ke emin elêre mawim
xo çaweřwanî nan û awim
kê nan derî çake gewre małe?
bo wî bike ême to ḧewałe
lêm megrewe ger be pirsyarim
mandûm û ẍerîb û řêbwarim
lêy girt ke ew pyawe sêre
fermûyî ke mame pîre êre
î şoře kiçêke nêw xezałe
aẍa û seroke lew meḧałe
kîjêke heta biłêy cwane
qundîleye şa gułî gułane
ew goře be nêweşałe begye
cê hobew baregayî nîye
řû kake kesê elew heware
dê hatye yane bê le şare
cêgayî serayî perye şoxe
mîwanî hemîşe têr û toxe
řûy kird ke le hobe baneyî bê
nabê ke le małe ře’yetî bê
diłşad û be keyf dê ke mêhman
wek ḧateme lew wełate bo nan
ca lêrewe małekey bedîy ke
şew řû le der û serayî wî ke
ew tawłe ber biławu pane
lew hobeye małî mezne mane
ewhey ke debîst des be cê pîr
bo tawłî gewre çû nebû gîr
řûy tê kidu geyye ber demî mał
ew pîreyî bê hewas û bê ḧał
lew jûrewe xanmî bełek çaw
fermûyî dekirde pîrew law
ço jûru siławî kird û danîşt
xanim be cuwabe gewherî řişt
tê fikirî ke pîre lew seraye
wey zanî serayî padşaye
çun tawłe nîwe ew be çîẍan
kirdibûye be dîwexanî mêhman
řojê nebû ew wetaẍe bê çoł
lew jûre ẍeware bû be çen qoł
ew pîre be xoy û bew cwane
feřşî ke dedîy le dîwexane
waqî wiř’emawe lew şitane
ney zanî biłê be çî cuwane
deygut ke xezałe řend û xase
ger ew kiçe şû bika be lase
pêy nawe temen le şest sałê
çon lew gułe min bikem dełałî?
min pîrim û xanmî şil û mil
kwa gwêçke le bo wetem deka şił?
damayewe bew xeyałe pîre
deykirdewe sed hezar bîre
ney zanî kewa perî kesase
gîrudeyî ’îşqî şoře lase
mensûr be basî şenge lawe
tîrî le diłî xezałe dawe
wa karye ew demey ke demrê
bew derdewe pê denê le qebrê
ta qawe û nan û çayî bo hat
deykirdewe pîre her xeyałat