sersuřmanî pîre pyawî lasî be dîtnî ew hobew heware
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
695 views
ca pîre miroyî kake lase
ew hobeyî ger dedî detasa
herçî ke dehate der cwan bû
çawî řeş û dû biroy kewan bû
yek desreyî badeda be pence
bo aw yekê deçû be lence
yek gozeyî da dena le serşan
dîkird be naz yek dirûman
dey řist yekê teşî le bermał
dey wenyewe mûyî zulfî qij kał
yek xoyî le nêw hewar detwand
gowendî be xełk dademezrand
bexołeyî yek dekird hawêr
yek derde diłî hebû be bilwêr
ew espî be ẍar û wêrẍe dêna
em şayerî bende lew şwêne
zuřnajene yek le bo swaran
deykirdewe çaweşî hewaran
yek esp sware lew heware
yek lêderî tepłî nêw deware
yek naz firoş û nazkiř bû
yek ’aşiq û mest û kelle piř bû
destêkî xerîkî go û goyîn
hendêkî deçûne seyrî topên
êwareye boye xełke serxoş
katêke ke ẍem deken feramoş
kîjan û jinanî ew heware
bew hewrî û xamek û be xara
bo mołî meř ew demey dehatin
detgut ewe tawwisî wełatin
her toq û tełesme buyî haře
bermûre le sîng eka ke gaře
ger xirme dekewte lêzge kirmek
pexşan debowe boyî mêxek
kirmek ke degeł guware bû cût
estêreyî kat bû de’engût
deyda şine baye ger le bike
ew hobe debowe piř le mîske
ger tîşkew xoretawî hawîn
dedra le ḧerîrî sewz û řengîn
lew hobe be çende řeng û wêne
ew şoqî dedawe lew şwêne
her kes be hewayê lew heware
diłxoşe be bê ẍem û pejare
bitbaye eger hezar tobe
deşka ke eto deçûye hobe
êwareyî ew heware wabû
bo zam û birînî dił dewa bû