kurte basî leser beserhatî pêẍemberî meznî îslam

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  799 views
honraweye bê meze û be bê tam
bê base le pêşewayî îslam
pêẍemberî axrî zemane
bew tîre şikawe dû nîşane
derçû ke le kewne û tiraza
lew ’erzeye ew geyşte taze
peyda bû le dû sef duřî dîn
yek cêge le berz û yek le payîn
lewlak, xełate bo ewî bû
ew nûreye boye bo zewî bû
lew kêw û telan û kone zerde
be sipayî fiřê diraye herde
pêy na le zewî le şarî mekke
deyda le tełayî dîne sikke
deygirtewe ger teła řewace
neymawe řimîn û řêze sace
bew sikke seḧabe ser berz bûn
dîn pakî bewî leq û lerz bûn
bew řoje ke kewte ew zemîne
bê nûr debû we herçî dîne
kujawe çirayî dîn be tałan
desmayey wane çû be tałan
qur’anNamed-Entity ke xełatî mustefaye
xeznêkî be bayex û behaye
ew xezne witey beřê û becêye
nîşanderî menziłî nuwêye
nûsraweyî bote řêge bo dîn
ew awî ḧeyatî xełke bo jîn
yasayî bewî deřoyî le wiłat
încîlNamed-Entity û zebûrNamed-Entity û pîtî tewřatNamed-Entity
ew gence ke kewte destî xełke
neymawe kitêbî dîke kełke