řaz û nyaz û pařanewe le dergay xuday mezin

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  661 views
dawaye dekem le to xudawend
be diłêkî peşîw û arezûmend
lew kate ke pê denême çil sał
her pîrîye wa le dûme ḧewdał
kirdûyetî mû sipî be berge
pêşwaze le bo hełoyî merge
to bimxeye kořî wêjewanan
bimkey be birayî şî’ir zanan
ta beytê le basî las danêm
bêdengî û tembełî welanêm
beytêkî lebar û bê girê û guł
dey wenmewe wek duř ew bebê xoł
şadim bewe ger dwayî mirdin
ew bêt be yadgare bo min
her şî’re dwaye paşeware
řêgayî le ser zewî dyare
şadim bike ey kesî kesasan
lew xanwe ta nebim herasan
bo xatrî pêşewayî ’alem
to mem xere awrî cehennem