witarê lebarey bizey ewînî xuda ke pirşingî le hemû şitê deda

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  726 views
herçî ke gyanî wa le berda
sozî le ewînî ḧeq leserda
dey dawe pirîşke ger le şîrîn
ferhadî dexsite nałe û şîn
kołî be qułîng û pêmeřey ẍem
ew şaxî çyayî sext û ḧestem
bew bone gyanekey edim kird
lew řîgewe ew şehîd ebû mird
deyda bize ger le řûyî leyla
mecnûnî le bo debû be şeyda
řûy na le çya û doł û kêwan
bê tirse le weḧşî û le dêwan
dey kirdewe ew le yare bîrî
le cwanî heta degeyye pîrî
leylay debû le ser zemanî
bew nêwewe der deçû gyanî
zînî be bizêke lew ewîne
dey kird le kakemem birîne
tîrî ke le sîngida be çawî
dey best be tałe muyî xawî
bew derdî ewîne berbeła bû
bew bonewe taqetî biřabû
ew bûy leber ewînî yare
řoj û şewe keser û ciẍare
cêgayî ewî debû be zîndan
ta mird be şîwen û be giryan
dey da le xezałe ’îşq zerde
bew zerdeye las ekewte zerde
sûřawe le çil piley ’umanî
bo çepke kulukî kwêstanî
gułẍunçeyî serçyaw û yałe
hênay be deske bo xezałe
bo yarî pejarew ẍemî bû
perwaneyî řûmetî şemî bû
ta ew deme pêy dena le gořê
lew ’îşqeye xo diłî negořî
destî le ewînî xec kebû pelbiř
ta bew pele bû let û şiř û wiř
ew ’îşqeyî her debirde bin gił
syamend be werhem û ẍem û kuł
bo ’îşq xudaye to hewênî
to towîy ’îşq le dił deçênî
bała û biro û mû û xałe
ser kołme ke řeng sûre ałe
çawî řeş û řûmetî geş û sûr
memkî xiře wel şemame piř nûr
bexşîwte to bew dulberane
bo kuştinî polî ’aşiqane
çawê nîye ger le derdedarî
esrîne be şew lewî nebarî