nîştecê bûnî adem û ḧewwa leser zewî û cûtkirdinî adem

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  719 views
adem leser ew zewî dezniwêr
bo xû jinî debû be cutêr
ew xełke le adem û le piştî
hênate der î xudaye giştî
her deste û taqmî lewane
kirdûte le bo şitê řewane
yek deste lewane enbyabûn
hendêkî melaw ewlya bûn
polêkî serok û pêşewabûn
destêkî hejar û bê newa bûn
yek şayî wiłate yek wezîre
yek xawenî cûte yek feqîre
yek tacre taqmê dełałn
destêkî le şar û dê beqałn
yek malîke yek debê be serkar
ajałê deda yekê be kiřyar
yek şeřkere yek esp suware
yek xawenî pûłe yek nedare
yek bêrîye şoxe yek şuwane
yek řeng dizîwe yek cuwane
yek piř buwe baẍełî le zêřê
bo pûł yekê keşef degêřê
naye le leşî yekêkî areq
bonî le piławî dê le medbeq
asûdeye yek be şew le xewda
bê nûstine yek miro le şewda
yek xawenî pare û dirawe
hanîşke kewayî yek diřawe
çopî gireyek, yekê deka şîn
yek bê ẍeme, yek kirawe ẍemgîn
ew ’aleme heryekey bekarê
sergerme hemû demê be barê
kê bê ke be řoj û şew le îşê
talûke nekat û dabnîşî?
ew tałî û tûşî û nexoşî
lew herde xełk debê ke tûşî
ew şadî û ew ewînew ẍem
bo ême be cê demałe adem
małî wîye ger newew kuřî wî
wabûne cil û berg diřî wî
ew mesxere ger leser miroye
lêm megre xudaye her be toye
diłxoşî û derde û ẍem le dû řê
aşêke be awî to desûřê