dinedanî adem û ḧewwa le layen şeytanewe bo xwardinî genim

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  847 views
dêwzimeyî řû dizîw û bê feř
bo ademî saz ebû le bo şeř
bêdîn kewe bûyî řiq le adem
sûta be tenûr û awrî ẍem
bew daxewe řeş debû derûnî
be xwênî serî debû wetûnî
sûřawe le kêw her wekû lok
deydawe le řuyî xo be çapuk
ewca be penamekî le laye
ew dêwe le adem û ḧewaye
xoy kirde firîşte ew le’îne
awa dedwawe her be şîne
lew genme bixon û têmefkirin
ta êwe heta hetaye nemirin
lew mîweye hêşûy ke êwe
qûtî biden ew beheşte cêwe
be diro û delese û swênd û pendan
bo xwardinî genme ew diney dan
dedwa be hezar çaw û řawe
hewdayî diroyî ba dedawe
deykirdewe fêłî zore lêyan
dû dane gułî le genme wêdan
ew genme newane ger xurawe
beşyan le beheştida nemawe
kem kes heye ger serî derênê
lew kareye waqî wiř nemênê
ew gewre lewêwe ew duwane
hênatne ew zemîne pane
layêkî be adem û be ḧewwa
fermûte le dane genme nexuwa
lew lawe gutûte wa be şeytan
şîrîn bike to genim le bo wan
ew kêşe û bezim û ew heraye
řeng řêjî etoyî ey xudaye