destûrdanî yezdan be firîştan û be şeytan be kiřnoş birdin bo adem

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  629 views
emrî be firîşte û be şeytan
bo ademî wa dedawe yezdan
kiřnoşe berin tewaw bo ew
bê bas û hera û bê teq û řew
katê ke be sujde birdinî wan
deydawe xudayî gewre ferman
deykird firîşte ger des û bird
kiřnoşî her ew demey le bo bird
hatûme derê gutî le awir
kiřnoşî çilon berim le bo quř?
bełam ke hênde diłřifêne
bo debme be bende bo giłêne?
sujdey nedebird û bû be řûřeş
neymawe le řeḧmetî xuda beş
tamî ke le de’ye û hewa çêşt
ew baẍeyî boye wa becê hêşt
adem le beheşt mawe bê xem
ḧewayî le bo debû be hemdem