basî wegyan hatnî adem û peydabûnî ḧewa û çûnyan bo beheşt

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  675 views
detkird ew leber ew leşî quřîne
gyanî ke hewînî man û jîne
gyanî ke deçuwe berhełista
wek tûle nemame řadewsta
nûrî degeşawe her wekû şem
nêwî debřawe ew be adem
ḧewwa le quřî leş û perasûy
peydabuwe ademîş debû şûy
debranewe herdû bo beheştê
berbûne geřan û seyr û geştê
ger tacî peyemberî le serna
babademî gewre bû be zana
herçî kire nawekey le ber bû
lew base firîşte bê xeber bû
fermûye be adem û ḧewaye
ew baẍeye xoşe diłguşaye
tamî heye mîwekey bê elêre
bo êwe dehênderê be xêra
her mîweyî bûhewê le cêwe
dedrêtewe ew demey we êwe
hencîrî cwan û piřteqałe
narence weya behêy kałe
hermêye ya henare ya tirêye
xurmayî lew çende cûre lêye
ya qeysîye ya nesîw û tûye
badam û gwêze ya hułowye
herçî le beheştî êmedaye
bo êwe be laşe bê behaye
xorakî betame ew beheşte
dekirê ke le lengerî û le teşte
qeymaẍetwêy şîr û şîre
doşawe degeł kere û penîre
xorişt û piławe ya kebabe
ya kifteye bo mezey şerabe
lew genmeye dem meden meçêjin
ta areqî negbetî neřêjin
şîrîne lezar û dem hewełcar
ew tałe duwaye her wekû jar