nîzîkbûnewey şeytan le qełay diłî babadem

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  706 views
şeytan ke deřoyî ew se’ate
řûy kirde serayî ew qełate
meylî ke dekird bişte nêwî
bew dîmenî naḧez û dizîwî
mistî le dem û lew lewse dedra
bo paşewe ew le’îne debra
yek deng bewî degut meço jûr
şovarî le řeḧmetî xuda dûr
cêgayî xudaye ew qełate
key hode û baregayî late?
babadem û hem firîşte û dêw
ew berzî û ew nişêwe û kêw
derya û şetaw û kanî coy
kirgîrî ewane ey xuda toy