witarî lebarey dił ke mekoy řaz û nyazane

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  789 views
bo řaz û nyaze dił qełaye
řazî ke girînge wa lewaye
dił cêgeye bo ’îşq peristî
ew gwêy ’îşq denî le destî
dił ’aşiqe ew xemî deçêjê
xwênawî leçaw hełdeřêjê
ew hełgirî sed dûrî ewîne
perwaneyî řuyî nazenîne
dił şad debêtu dił denałî
nabêtewe ew lewane xałî
bazî diłe çunke serbizîwe
daxî le hezar řenge pêwe