hełsûřanî şeytan le dewrî ew leşe quřîne

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  661 views
şeytan ke dehat û ew leşey dî
lerzînî degirt û kewte herdî
bew core gutî be dił peşêwî
bimhêł xudaye biçme nêwî
pařawe be çende şîn û hawar
ta lêy degeřa xuda le şovar
ew careke lew leşey deçû jûr
dêwezmeyî kelle piř şeř û şûr
lew bendene ew geřa wekû baz
ta geyye qełayî ḧestemî řaz