basî dirustibûnî babadem le quř û birdinî bo beheşt

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  616 views
wîstî ke xuda leser zemînê
bîka be serok û cê nişînê
lew hodeyî berze cê û herdî
gerdayî serince ew be wirdî
cêga nebû bo ’îşq firîşte
bê kełk bû ew ecnide gişte
baba deme bo ewîn ça bû
ew sewzeyî ’aşiqî labû
deygirtewe ew demey giłî sûr
awêteyî wî kirawe kafûr
bew dîmenî ademî ke hełxist
wek goze le nêw kiłî wederxist
ew leş quře sûreno kunî bû
çen cûre girê û qujbinî bû