witarê lebarey dirustibûnî firîşte le nûr

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  693 views
ew herdeye sed řeş û telem bû
tarîke şew û mij û hełem bû
yezdan keweřoy dena be destûr
ew kûre le nûr çon debû dûr?
lew kûre ke xore ew be nawe
tîşkî heye xawenî hetawe
nûrî deřjand ew leser xak
bew nûre zewî dekird řûnak
lew nûreye bû firîşte hełkewt
derçû le zewî newî weserkewt
bo nêw kuřekanî asmanî
řazî diłî wane kê dezanê?